Fotograf: Rûşen Takva / Wan
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekitî Ji Bo Demokrasiyê(DIB) bi sernava “Ji bo penaber û koçberan çareseriya mirovî mimkun e” têkildarî pirsgirêka koç û penaberiyê belgeyekî helwestê amade kiriye. DIB di saet 11.00ê Çarşema 15ê Îlonê de li pêş Rêvebiriya Îdareya Koçan a Bajarê Stenbolê wê bi daxuyaniyekî çapemeniyê belgeya helwestê bi raya giştî re parve bike.
DIBê banga tevlîbûnê li hêzên demokrasiyê kiriye û weha gotiye:
"Koçber û penaber ji karesatên ku ji aliyê kesên din ve hatine afirandin, ne berpirsyar in.
Ji bo pirsgirêka koçberî û penaberiyê çareseriyeke demokratîk û wekhevîxwaz mimkun e.”
“Em belgeya helwestê ya ku pêngavên divê bên avêtin di nav xwe de dihewîne bi çapemenî û raya giştî re parve dikin, ku me belge di encama nîqaşên bi pisporên mijarê û aliyan re amade kiriye.”
(SO/AY)