Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo karsaz û mafparêz Osman Kavalayî kampanyayek dane dest pê kirin ku ev 1000 roj in li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Kesên ku kampanya dane destpêkirin pirsine û gotine; “Ka Kavalayî bi gotinekê penase bikin.”
Piştî ku bersiv hatine berhev kirin hatiye dîtin ku herî pir gotinên “wicdan û biwicdan”, “nefsbiçûk û nefsbiçûkî”, “baş û başî” û “mirov” gotine.
Bangewaziya kampanyayê bi tirkî, kurdî, ermenkî, yewnanî, erebî û ingilîzî hatiye kirin. Kampanya di 23yê Tîrmehê de bidawî bûye. Bersivên ku hatine dayin paşê ji bo pênc zimanan hatiye wergeran. Di nava van gotinan de gotinên bi kurdî yên weke bîr, delal, hêvîdar, mêrxas, rewend, serbilind, şîno, têkoşîn û camêr jî hene. (HA/FD)