Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, ji bo Osman Kavalayî ji ber lêpirsîna hewldana darbeya 15ê Tîrmehê biryara desteserkirinê daye.
Bixwîne - Di Doza Geziyê de biryara beraetê hatiye dayîn
Serdozgeriya Komarî derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û wiha gotiye: “Ji ber lêpirsîneke din a derbarê hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de Serdozgeriya me li gorî Xala 309ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan û bi tohmeta “Hewldana Têkbirina Sîstema Destûrî” biryara desteserkirina Kavalayî hatiye dayîn.”
“Serdozgeriya me ya Komarî di 19.02.2019ê di çarçoveya lêpirsîna hewldana raperînê de ya ku raya giştî bi navê ‘bûyerên Geziyê’ dizane, ji bo kesên plansaziya çalakiyan kirine, birêve birine û beralîkirina wan kiriye doz hatiye vekirin.
“30em Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê di 18.02.2020ê de biryara beraetê ji bo hemû bertawanan û biryara tehliyekirinê ji bo Mehmet Osman Kavala yê girtî daye.
Serdozgeriyê destnîşan kiriye ku li dijî biryara beraet û tehliyekirinê wê serî li dadgeha îstinafê bidin.
Osman Kavala 840 rojan di girtîgehê de ye ku duh di danişîna Doza Geziyê de ji bo wî biryara beraetê û tehliyekirinê hatibû dayîn.(EKN/FD)