Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koksal Bayraktar, Deniz Tolga Aytore û Îlkan Koyuncu, parêzerên Osman Kavalayî ji bo Kavala tehliye bibe serî li dadgehê dane.
Parêzeran daxwaznameya xwe pêşkêşî Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê kirine û tê de gotine, bila Kavala li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Stenbolê demildest were tehliyekirin. DMMEyê di biryara xw ede gotibû ku bi girtina Kavalayî re mafên wî hatine binpêkirin.
Di heman daxwaznameyê de parêzeran diyar kirine kul i Girtîgieha Sîlîvriyê şewba Covid-19ê heye û ev wê tenduristiya Kavalayî jî bixe nav xetereyê.
Osman Kavala di 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an de hatibû desteserkirin û di 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017an de hatibû girtin. DMMEyê di 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de biryar dabû ku bêyî ti gumaneke guncan hebe û bi sedemên siyasî Kavala hatiye girtin. Her weha ji ber ku Dadgeha Destûrî serlêdan di demeke guncan de nîqaş nekiriye û vê jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye.
DMMEyê diyar kiribû ku Tirkiyeyê benden 1 û 4em ên Xala 5em a PMMEyê û Xala 18em a heman peymanê inpê kiriye û divê Kavala demildest azad bibe. Di 12ê Gulanê de jî DMMEyê itiraza Tirkiyeyê red kiribû û biryara DMMEyê ya derbarê Kavalayî de hatibû pesendkirin.
Lê vê carê jî 10em Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê di 9ê Adara 200an de bi tohmeta ku “Belgeyên divê nepenî bimînin bi armanca sîxurtuya leşkerî û siyasî bi dest xistiye” biryara girtina Kavalayî dabû.
Çi bûbû
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (AS/FD)