Ji bo nûçeya Tirkî
Rojnameya Ozgur Gundemê li dijî zext, zordarî û lêpirsînên ku derbarê weşanên wan de hatine vekirin, ji bo piştgirî û parastina azadiya çapemeniyê kampanyaya nobetê dabû destpêkirin. Rojnameger, nivîskar û Şêwirmenda Projeyê ya bianetê Nadire Mater jî îro tevli kampanyayê bû.
Materê beşdarê civîna nûçeyan ya Ozgur Gundemê bû, bi edîtor û nûçegîhanan re derbarê mijarên rojevê de nirxandinan kirin. Mater bi ser rojnamegeriya mafparêz û jinparêz de hin pêşnayaran kir û piştî civînê jî ji bo nivîsa xwe ya ku dê di 3ê Hezîranê de li rojnameyê bête weşandin, rûnişt ber kompiterê.
Li gorî nûçeya Ozgur Gundemê, Materê ragihand ku ew çalakî li dîjî zext û zordariyên ser Ozgur Gundemê tê kirin û got: ‘Ji bo piştgiriyê ji bilî vê yekê tu rê nîne.’
Piştî kampanyaya nobetê dest pê kir, derbarê gelek rojnamegerên ku tevli bûne de lêpirsîn hat vekirin. Derbarê vê yekê de Materê got: ‘Em ê piştgiriya xwe bidomînîn. Bila ew jî lêpirsînên xwe bidomînin.’
‘Piştî 22 salan carek din piştgirî’
Materê bi bîr xist ku wê di kampanyaya 1994an de ku piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê dest pê kiribû de jî cih girtiye û got:
‘Piştî wê bûyerê em gelek rojnameger civiyan. Me mijarê anî ziman û biryar da ku dest bi kampanyayê bikin. Piştî 22 salan carek din pêwistiya nobedariyê, piştgiriyê derket holê. Ev yek nîşan dide ku rojnamegerên li vî welatî li hemberî zext, zordarî û astengiyên çawa re rû bi rû ne. Wê demê hejmara rojnamegerên nobedar gelek hindik bû, lê dîsa jî xebateke gelek girîng bû.’
‘Piştî 22 salan em niha behsa Çapemeniya Kurd dikin. Li gorî min ev yek gelek girîng e. Rewşa heyî nîşanê me dide ku li hemberî ew qas zext û zordariyan berxwedana hatiye dayîn çiqas girîng e. Û mirov pê bextewar dibe.’
Ji 3ê Gulanê vir ve dewam dike
Kampanyaya nobetê ku Ozgur Gundemê di 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê de dabû destpêkîrîn, dewam dîke.
Jî xeynî Materê heta îro rojnamegerên ku tevli kampanyayê bûne wiha ne:
Tugrul Eryılmaz, Aydın Engin, İhsan Çaralan, Işın Eliçin, Îhsan Eliaçik, Mehmet Guç, Beyza Ustun, Erol Onderoglu, Celalettin Can, Sebahat Tuncel, Nevin Erdemir, Hakkı Boltan, Melda Onur, Ertugrul Mavioglu, Eşber Yagmurdereli, Erol Onderoglu, Ayşe Duzkan, Fehim Işık, Yıldırım Turker, Mustafa Sonmez, Faruk Eren, Ahmet Abakay, Celal Başlangiç, Ugur Guç, Nurcan Baysal ve Ragıp Duran.
Piştî nobedariya weşanê derbarê Nurcan Baysal, Celal Başlangiç, Ahmet Abakay, Fehim Işık, Eşber Yagmurdereli, Erol Onderoglu, Sebahat Tuncel, Celalettin Can, Ertuğrul Mavioglu, Faruk Eren, Ayşe Duzkan, Mustafa Sonmez, Melda Onur û Ragip Duran de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirine’ lêpirsîn hat vekirin.
(EA/YO)