Ji bo nivîskarê rojavayî Menaf Osman 6 meh biryara ‘çavdêriya îdarî’ hat dayîn
![Ji bo nivîskarê rojavayî Menaf Osman 6 meh biryara ‘çavdêriya îdarî’ hat dayîn](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/644/original/osman.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Abdulmenaf Osmanê ji Hesekeya Rojavayê piştî 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma, di 3yê Îlonê de tehliye bû. Osman herî dawî li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Akhîsara Manîsayê dihate girtin. Derbarê Osman de 6 meh biryara “çavdêriya îdarî” hatiye dayîn.
Menaf Osman di 28 saliya xwe de hatibû girtin û 58 salî ji girtîgehê derket. Ji ber ku ew ji bajarê Hesekê ye, piştî ji girtîgehê derket, ji bo wî bişînin Navenda Dersînorkirinê ya Manîsayê, birin Qereqola Cendermeyan a Akhîsarê. Her weha di saetên êvara 4ê Ilonê de birine Edîrneyê.
Ew ê 6 mehan li GGMya Edîrneyê bimîne
Parêzerê Osman Halîl Coşkun ji bianetê re axivî û diyar kir ku muwekîlê wî birin Edîrneyê ji aliyê Îdareya Koçberan ya Bajêr ve 6 meh biryara "çavdêriya îdarî" hat dayîn.
Parêzer Coşkûn diyar kir ku ew ê li dijî biryarê dest bi hewldanên qanûnî bikin. Coşkun, anî ziman ku ger biryara heyî neyê betalkirin dê Osman 6 mehan li GGMa Edîrneyê bimîne.
Derbarê Menaf Osmanî de
Di sala 1965an de li Hasekê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayi û navîn û lîseyê li wir xwendiye. Pişt re li Zanîngeha Şamê Beşa Jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993yan de hatiye girtin û cezayê mûebedê li birîne.
Pirtûkên wî: Girê Şêran, Şînok, Namûsname, Piling, Şoreşname 1, Silava Bajariyan, Sînor, Lênûska Leyla, Sêbareya Zindanê - 1: Cuhû, Sol.
(NT/AY)
SALVEGERA KUŞTINA JÎNA AMINIYÊ
Sosyolog Hewjîn Beqalî: Em bi apartheida jinan re rû bi rû ne”
![Sosyolog Hewjîn Beqalî: Em bi apartheida jinan re rû bi rû ne”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/084/original/azz.jpg)
“Nivîskar Menaf Osmanê piştî 30 salan tehliye bû, revandin Edîrneyê”
![“Nivîskar Menaf Osmanê piştî 30 salan tehliye bû, revandin Edîrneyê”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/571/original/aa.jpg)
Ji sala 1993yan û heta niha “Hewldanên Aştiyê”
![Ji sala 1993yan û heta niha “Hewldanên Aştiyê”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/438/original/Adsız_tasarım_-_2023-08-31T171950.891.jpg)
Vîdeoya dema wesayita çawişê pispor li Erdem Aşkanê 5 salî xistiye derketiye holê
![Vîdeoya dema wesayita çawişê pispor li Erdem Aşkanê 5 salî xistiye derketiye holê](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/304/original/erdem-2.jpg)
Xelata Mafên Mirovan a Sevînç Ozgunerê dan girtiyên doza Geziyê
![Xelata Mafên Mirovan a Sevînç Ozgunerê dan girtiyên doza Geziyê](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/279/214/original/buyuk.jpg)