Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Li Fransa Parisê li Mala Helbestan (La Maison de la Poésie) ji bo nivîskar Asli Erdogan şeva hevgiriyê hat lidarxistin. Di heman demê de li bajarên Nantes û Bordeauxê jî bi heman armancî şeva hevgiriyê hatin lidarxistin.
Şeva li Parisê ku herî kêm 200 kes beşdar bû, bi xwendina nameya Asli Erdogan ku di 5ê Kanûnê de ji zindanê nivîsandibû ve destpê kir.
Asli Erdogan di nameya xwe de diyar ku herî kêm 150 rojnameger di zindanan de ne û got: “Em hebûna xwe deyndarê azadiya xweîfadekirinê ne.”
Dayîka Asli Erdoga Mine Aydostu, Edîtorê Actes Sudê Timour Muhidine Mudirê Actes Sudê Françoise Nyseen û nivîskar-wergêr Yigit Bener beşdarê şevê bûn.
Françoise Nyseen diyar kir ku divê weşanxane azadîparêz be û got: “Gotinên Asli Erdogan di pirtûkên wê de derbas dibe. Divê em jî wan çap bikin. Actes Sud li gel wê ye. Em li benda wê ne.”
Nivîskar Asli Erdogan ku Endamê Lijneya Şêwirê ya Ozgur Gundemê bû, ji 19ê Tebaxê vir ve girtî ye.
(NV/YO)