Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çawişê pispor Mûsa O. ku “êrişa zayendî” li Îpek Erê kiribû û “bibû sedemê xwekuştina wê”. Serdozgeriya Komarî ya Aydinê ji ber ku Pinar Gayip, Edîtora ETHAyê derbarê Mûsa O. de hevpeyvîn kiriye û parvekirina wê yê li ser hesabê medya civakî derbarê wê de 3emîn vare lêpirsînê dide destpêkirin.
"Daraza mêr dixwaze rojnamegeran ceza bike, ne sûcdaran"
Gayipê bi parêzerê xwe re ji ber lêpirsîna ku bi îdiaya "heqaret, buxtan, xerakirina aramiya kesan, hedef nîşandana kesên ku li dijî terorê têdikoşin" hatiye destpêkirin çûye îfade daye. Gayîpê bi bîanetê re axiviye û weha gotiye:
“Heman serdozgeriyê ji bo heman nûçeyê cara sêyemîn lêpirsîn vekir. Wan tenê hejmarên dosyeyê guhertin. “Min jî di çarçoveya îdianameyê de îfadeya xwe ya ku bi temamî bi rêbaza copy-paste hatiye amadekirin da.”
“Faîl niha bi awayê negirtî tê darizandin. Daraza mêr dibêje, "Va sûca kiribe jî em ê biparêzin, hûn nikarin qal bike". Dixwazin ev tohmet û tohmetbar were jibîrkirin.
“Her dema ku daraza mêr sûcdaran diparêze, dixwaze rojnamegerên ku qala kirinên mêran dikin bêdeng bike. Vekirina 3 lêpirsînan li ser heman mijarê tê wê wateyê ku çavê me li ser te ye. Ez ê karê xwe bidomînim."
5 roj berê jî Hazal Kayayê ji ber heqareta li Mûsa O.yî îfade dabû.
Çi bûbû?
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.
Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.
Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.
Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.(EMK/AY)