Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di sala 1992an de li gundê Bîrikê yê Bismîla Amedê bi iddiaya ku “gule bera leşkeran daye” 17 kes hatibûn desteserkirin. Ji wan kesek miribû. Bi biryara dadgehê hatibû peyitandin ku ew kesa di îşkenceyê de miriye. Li ser vê yekê dadgehê cezayê miebeta giran li leşkerî birîbû. Piştre bi henceta ku leşker “poşîman bûye” cezayê wî hatibû kêmkirin.
Ev cezaya bi hinceta ku dema wê ya 25 salan temam bûye, hatibû betalkirin û serê bûyerê bi bêcezatiyê hat girtin.
Di encama serlêdana malbata wî kesî de hinceta biryara binpêkirinê ya ku Dadgeha Destûrî daye îro di Rojnameya Fermî de weşiya ye.
Dadgeha Destûrî biryar daye ku mafê jiyanî yê A.K.yî li gorî 17em xala destûrê hatiye binpêkirin. Wê 500 hezar lîre tazminat ji bo malbatê were dayîn.
Çi bûbû?
Di 19ê Nîsana sala 1992an de li gundê Bîrikê yê Bismîla Amedê piştî şerê ku di navbera leşkeran û PKKê de qewimiye, hêzên ewlekariyê gotiye li gundê navborî gule bera me dane û 17 kes desteserkirine.
Kesên desteserkirin birine Qereqola Cendirmeyan a Bismîlê. Wê şevê yekîneyên komandoyan yên ser bi Qereqola Cendirmeyan a Farqîn û Hezroyê weke mîvan li wir bûne.
Ji 17 kesên ku hatibûn desteserkirin jê yek miribû.
(AS/AY)