Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ku ji bo Kobanê dest bi alîkariya mirovî kiriye, daxuyanî da.
Daxuyanî li Navenda Pêşangeha Navneteweyî ya Mezoptamyayê hate dayîn û pêkhateyên platformê beşdar bûn. Metna bi kurmancî Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpçîk û metna bi tirkî jî Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Ercan Yilmaz xwend.
Daxuyanî wiha ye:
Li hemberî krîza mirovî ya ku hefteyên dawî li Kobanê kûr dibe, piştî banga me ya duh a ji bo raya giştî, wekî Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê me kampanyaya xwe ya alîkariya mirovî ya lezgîn daye destpêkirin. Ji ber koçberiya zêde û mercên giran ên jiyanê li herêmê, di gihîştina malzemeyên pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Di vê çarçoveyê de, li gorî lîsteya pêdiviyan a ku ji qadê ji me re hatiye ragihandin, berhevkirina van malzemeyan dest pê kiriye.
Lîsteya pêdiviyên lezgîn:
* Ava vexwarinê
* Malzemeyên xwarinê
* Berhemên hîjyenê yên jinan
* Şîr
* Xwarin (mama) û potikên (bez) zarokan
* Betanî
* Cil û bergên zivistanê (mont, qazax, bot)
*Berhemên destê duyem (eskî) nayên qebûlkirin.
Navendên berhevkirina alîkariyê ev in:
* Qada Pêşangehê (Rêya Elazîzê) – Têkilî: 0 536 031 24 21
* Otoparka Stadê Millet Bahçesi (Stadyuma Kevn) – Têkilî: 0 536 031 24 61.”
Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê
Tê plankirin ku hemû alîkariyên mirovî yên hatine berhevkirin, di ser Deriyê Sînor ê Mûrşîdpinarê re derbasî Kobanê bibin. Her wiha em radigihînin raya giştî ku 30 TIR’ên ku dê bi malzemeyên alîkariyê werin barkirin niha amade ne û bi girtina destûrên pêwîst re dê sewqiyat demildest pêk were.
Banga piştgiriyê
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, ji bo Kobaniyê lîsteya alîkariyê û navnîşan parve kir. Her weha platformê banga piştgirîkirina kampanyayê kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî piştî daxuyaniyê axivî û got:
“Zêdetirî 20 roj in li ser Rojava êrişên dijwar hene û Kobanê hatiye dorpêçkirin. Gel, pirsgirêkên cidî yên weke av, xwarin, ceyran û sotemeniyê dijî. Platformê, hevalên me û rêveberiyên herêmî bi hev re ji bo gelê Kobanê kampanyayeke mezin da destpêkirin. Li Kobanê ava vexwarinê tune ye. Dive Tirkiye Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê veke.”
(NÖ/AY)
