Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li piştî lutkeya NATOyê keştiya Orûç Reîsî ji bo karen îkmalê vegeriyabû bendera Antalyayê. Di 12ê Çiriya Pêşiyê de keştiya lêkolînên sîsmîk ji bo qada ku wê lê kar bike, heta 22ê Çiriya Pêşiyê Navtex hatibû ragihandin.
Yûnanistanê derbarê vê de gotibû, “raste rast gefe ji bo ewlehî û aştiya herêmê”
Keştiya lêkolînên sîsmîk Orûç Reîsî dema Navtexê heta 27ê Çiriya Pêşiyê dirêj kiriye. Hêza keştiyê heye ku lêkolînên çavkaniyên xwezayî di serî de û lêkolînên jeolojîk, jeofîzîk, hîdrografîk û oşînografik pêk bîne.
Rewşa dawî ya ragêşiya li Derya Sipî
Keştiya Orûç Reîsî, li piştî hevdîtinên bi NATOyê re di çarçoveya diyalogên ku di navbera Tirkiyeyê û Yûnanistanê de hatibû destpêkirin, di meha îlonê de vegerîyabû bendera Antalyayê.
Yûnanistanê kêfxweşiya xwe ya derbarê mijarê de aşkere kiribû.
Lewra piştre ji bo keştîya Orûç Reîsî dîsan Navtex hatibû ragihandin û destnîşankirine keştî ji bo “karên îkmalê” vegeriyaye benderê.(PT/AY)