Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh êvarê li parlamentoya Tirkîyeyê (24ê Çirîya Pêşîyê ya 2019ê) Pêşnîyaza Qanûnê ya Derbarê Guhertina Qanûna Gumrikê de hatîye pejirandin. Di heman demê de AKP, CHP, MHP û İYİ Partiyê pêşniyaznameke hevpar ji bo tundkarîya li hemberî jinan amade kiriye. Ji ber ku HDPyê biryara qeyûman protesto kiriye û ji bo 3 rojan karûbarên parlamentoyê boykot kiriye tevlî vê pêşniyaznameyê nebûye.
Di çarçoveya pêşîlêgirtina tundekarîya li hemberî jin û zarokan de, hin biryar hatine stendin ku kesên derbarê wan de biryara pêşgirîyê hatîye dayîn nikaribin bibin xwedî çekên agirber.
Kesên tundekarîyê dikin dê nikaribin bibin xwedî çek
Li gorî vê, kesên derbarê wan de biryara pêşgirîyê hatîye dayîn heta dawîya biryara pêşgirîyê dê nikaribin çekên agirber peyda bikin an jî li ser xwe bigerînin, heke hebe dê pêjavoya dan an jî dirêjkirina rûhsatê were sekinandin
Her wiha kesên li hemberî jin û zarokan tundkarî kiribin û biryara pêşgirîyê ji bo wan hatibin dayîn dê teqez nikaribin bibin xwedî çekên wek tifingên nêçîrê yên bêniqir, demançe û tifingên spor û nîşanê. (EMK/GN/FD)
* Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye