Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kargeha Zanyariyên Derbarê Bingehên Rojnamegeriyê De ya Atolye BIAyê wê di navbera 2 û 9ê Îlonê de pêk bê. Ji bo beşdariyê, hûn dikarin heta 16ê Tebaxê, roja înê serî lê bidin.
Tenê 15 kes wê bikaribin beşdarî kargehê bibin.
Rojnamegerên ji beşên curbecur ên medyayê û rojnamegerên bêkar hatine hiştin, xwendekarên ji beşên rojnamegeriyê, radyo û televizyonê yên fakulteyên ragihandinê, rêxistinên mafparêz û her kesên ku bala wan li ser mijarê dikarin serî li kargehê bidin.
Mijarên atolyeyê ev in: Destpêka rojnamegeriyê, gelo mirov çawa dikarin ji rojnamegeriya giştî bibore, xwendin û helsengandina nûçeyên li Tirkiyeyê hatîn nivîsîn, wênegiriya nûçeyan, medyaya nû, pêvajoyên edîtirîyê, nûçegihaniya mafparêz ya bianetê, ewlehiya dîjîtal ya rojnamegeran û bikarînana Wordpressê.
Ji hêla dersdêran wê lîsteya nivîsan bê amadekirin û ve lîste wê ji bo beşdaran bê şandin da ku beriya kargeh dest pê bike, beşdar van nivîsan bixwînin. Her weha wê detayên programê jî bi wan re bê parvekirin.
Em li bendê ne ku kesên kargehê biqedînin, bibin parçeyek ji programa Atolye BIAyê û ji bo navenda lêkolînê ya online a programê ji bajar û herêmên xwe nûçeyan ji me re bişînin û bibin şirikên me.
Beşdariya kargehê ji bo xwendekaran û rojnamegerên bêkar 200 TL, ji bo kesên kar dikin 300 TL ye.
Heke pirsên we derbarê kargehê de hebe, hûn dikarin bi rêya navnîşana [email protected]ê binivîsin.
Pirsên we yê derbarê atolyeyê de hebin, hûn dikarin ji maîla [email protected] ê re binivîsin.
*Ji bo beşdaran sertîfîka dê bêne dayin.
**Ji bo jimareka dîyarkirî ya beşdaran bursa ji bo rê û manê dê bê dayin.
Ji bo beşdariya kargehê vê forma bi zimanê tirkî dagirin.
(SO/FD)