Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Baroya Amedê, li ser hestiyên mirovan ên ku li şikeftek gundê Çîçika ya bi ser navçeya Farqînê ya Amedê ve hatibûn dîtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê da.
Heyetek ji rêveberên ÎHD, OHD û Baroya Amedê pêk dihat, çû dozgeriyê û ji bo lêpirsîn derbarê hestiyan de were destpêkirin, serlêdan kir.
Piştî serlêdanê li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yılmaz bang li rayedaran kir ku demildest derbarê mijarê de lêpirsînê bê destpêkirin û wiha got:
“Me di şikeftê de hestiyên ku em difikirin yên mirovan in dîtin û me îxbar kir. Di salên 1990î de li vir gelek mirov hatin windakirin û kuştin. Divê lêkolîn were kirin ka gelo ev hestî yên wê serdemê ne yan na. Em dixwazin lêpirsînek berfireh û lez were destpêkirin.”
Çi bûbû?
Li ser gilîkirina ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re hate kirin, şandeyeke ku ji endam û rêveberên ÎHD, Komeleya Hiqûnqasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Baroya Amedê pêk dihat di 19ê Mijdarê de li devera gundê Çîçîkan lêkolîn kirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay jî bi şandeyê re çûbû cihê bûyerê û di şikeftê de hestiyên mirovan tomar kir.
Şikeft 3 qat e û tijî hestî!
Şandeye ku çûbû şikeftê bi werîsekî 50 metreyî xwe berda şikefta 3 qatî ya li serê çiyayê nêzî gundê Çîçika ye. Di qata yekem de çend kilox û hestî hatin dîtin, lê di qata duyem û sêyem de jî dîmenekî hîn girantir derket holê. Di tariya şikeftê de di navbera 15 û 20 kiloxên mirovan ên ku hin ji wan wekî yên zarokan biçûk bûn û bi sedan hestî hatibûn dîtin.
Li ser hin kiloxan şopên guleyan û li ser hin hestiyan jî şopên şewatê ango îşkenceyê hebûn. Di şikefta ku hemû dera wê tijî hestî ye de, parçeyek cilan jî nehatibû dîtin.
