Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ser bangewaziya Komeleya Hevgirtiya LGBTI ya Stenbolê li Taksîmê ji bo Hande Kader ku bi awakî şewitandinê hat qetilkirin, meş hat lidarxistin.
Meş saet 19:00an de destpê kir, bi alên keskesor û pankartan ve qetilikina Hande Kader bi tundî hat şermezarkirin. Li ber korteja meşê pankartek hat vekirin û li ser wiha nivîsandibûn: "Wê êdî yekê/î din ji me kêm nebe, Edalet ji bo Hande, edalet ji bo her kesê."
Di pankart û dovîzên vekirî de wiha hatibû nivîsandin: "Kuştinên transan, polîtîk e", "Eger zilim ji me be, ez ji me nîn im", "Hafız gelo tecawuzkirin, şewitandin, kuştin di kîjan kitêbê de dinivîse?", "Wê Hande rojeke biveje û ji malbatê, dewletê û meran hesab bipirse".
Dema lidarxistina meşê de polêsan li Îstiklal û kolanên Beyogluyê dorpêç kiribûn û wan çalakvanan teqîb kirin û piştre bend danîn ber girseyê û destûr nedan ku meş hetanî Qada Galatasarayê bidome.
Çi bûbû?
Hande Kader 7ê Tebaxa 2016an de winda bûbû. Di 12ê Tebaxê de li Zekeriyakoyê cenazeyê wê hat dîtin û wê şewitandine û bi wî awayî hatiye qetilkirin. Hevalên Hande Kader ji roja ku cenazeyê wê hatibû dîtin vir ve çalakiyên edaletxwastinê pêk tînin. Wan bi bangewaziya 'Edalet Ji Bo Hande Kader, Edalet Ji bo Her Kesê' kirin û li ser medyaya civakî jî gelek kes bi hastinga #HandeKadereSesVe (Ji bo Hande Kader dengê bilind bike) bertekên xwe tînin ziman û qetilkirina Kader şermezar dikin.
Wêne: Gulsum Bostanci
(HK/YO)