Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsraîlê, parlamentera felestînî Halîde Cerrar di 2yê Tîrmeha 2017an de desteser kiriye û piştre dema desteserkirina wê çar mehên din dirêj kiriye. Dadgeha Leşkerî ya Ofera li Şerîayê Rojava, di roja Pêncşema 25ê Çiriya Pêşî ya 2018an de biryara dirêjkirina dema desteserkirina Cerrarê pesend kiriye.
Di 28ê Sibata 2019an de dema desteserkirina Cerrarê ya îdarî* bi dawî dibe. Herweha Divê ev rewş ji aliyê dadwerekî leşkerî de bê nêrxandin û heta niha ji bo nirxandinê, dîroka danişînê nehatî diyarkirin.
“Malbat jî nekare serdanê bike”
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bi boneya balê bikşînin ser rewşa girtîbûna Cerrarê û ji bo serbestberdana wê kampanyeya îmzeyê daye destpêkirin. Rêxistinê di daxuyaniyeke niviskî de bi bîr xistiye û gotiye; Cerrar û jinên felestînî yên ku di girtîgeha Hasharonê girtînin, li 6ê Îlonê heta niha hinek protesto pêkanîne.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji bo kampanyeya îmzeyê bang li rayedarên Îsraîlê kiriye û xwestiye:
- Divê Halide Cerrar û kesên din ên bi biryara îdarî hatine desteserkirin, bên berdan. Herweha bêyî ku dem di ser re bibore, li dadgeheke wiha divê bên dadkirin ku li gor standartên navnetewî be.
- Divê demildest ji bo bi dawîbûna rêbaza desteserkirina îdarî gav bên avêtin.
- Ew girtî û kesên desteserkirî yên ku şert û mercên girtîgehê protesto kirine, divê neyên cezakirin. (EMK/AY/FD)
* Desteserkirina îdarî, ji desteserkirina edlî cidatir e, tedbîreke îstisnayî ye. Biryar li ser esasê ewlehiyê tê dayîn. Armanc ne cezakirin e û bi fermana rêveberiyê tê dayîn.
** Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.