Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parêzer, rojnameger, nivîskar, humermend û mafparêz jî di nav de 104 kesan îlan dan rojnameyan û daxwaz kirin ku dersdêr Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça vegerin ser karê xwe ku her du jî di greva birçîbûnê de ne.
Îlan dan rojnameyên weke Cûmhûriyet, Bîrgun, Evrensel û Hurriyetê ku sernavê wê “Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça him têkoşîna kar him jî têkoşîna jiyînê didin” bû.
Di îlanê de wiha hatiye gotin:
“Ji bo ku karibin jiyana xwe berdewam bikin, divê karibin vegerin ser karê xwe. Em daxwaz ji Komisyona Lêkolînê ya Rewşa Awarteyê dikin ku demildest biryarê bide û neheqiyê ji holê rake. Her roja ku derbas dibe dem kin dibe. Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça divê vegerin ser karê xwe. Edaleta karî û mafê jiyînê vî tiştî pêwîst dike.”
Gulmen û Ozakça îro (13yê Kanûna Pêşiyê) di 280emîn roja greva birçîbûnê de ne.
Kesên ku îmze avêtine bin belavokê...
Şenay Gürler, Cem Mansur, Defne Halman, Ataol Behramoğlu, Edip Akbayram, Atilla Dorsay, Onur Ünlü, Osman Şahin, Ali Özgentürk, Ahmet Ümit, Fatma Girik, Pınar Kür, Emrah Kolukısa, Halil Ergün, Engin Ayça, Gürsen Tuncer, Deniz Türkali, Meltem Cumbul, Arif Sağ, Tolga Sağ, Ezel Akay, Burhan Sönmez, Can Dündar, Elif Şafak, Ercan Kesal, Jaklin Çelik, Necmiye Alpay, Ömer Türkeş, Özcan Alper, Yavuz Ekinci, Zeynep Oral, Zülfü Livaneli, Hasan Cemal, Murat Belge, Hale Soygazi, Füsun Demirel, Ufuk Uras, Hilal Saral, Zeynep Tanbay, Erk Acarer, Macit Koper, Temel Demirer, Sibel Özbudun, Barış Atay, Levent Üzümcü, Orhan Aydın, Barbaros Şansal, Erdal Bayrakoğlu, Pınar Aydınlar, Ferhat Tunç, Hüseyin Turan, İlkay Akkaya, Tuncay Akgün, Tarık Tolunay, Tufan Taştan, İrfan Değirmenci, Şebnem Korur Fidancı, Metin Bakkalcı, Hilmi Yarayıcı, Melda Onur, Sırrı Süreyya Önder, Zeynep Kuray, Suna Aras, Onur Akın, İlyas Salman, Genco Erkal, Erdal Erzincan, Müjde Ar, Derya Köroğlu, Tayfun Atay, Cahit Berkay, Menderes Samancılar, Grup Yorum, Fuat Saka, Nebil Özgentürk, Nevzat Metin, Jehan Barbur, Ayşe Kulin, Merdan Yanardağ, Mustafa Altıoklar, Ayşe Semiha Baban, İrfan Aktan, parêzer Ahmet Özmen (Serokê Baroya Amedê), parêzer Murat Timur (Serokê Baroya Wanê), Parêzer Polat Balkan (Serokê Baroya Antalyayê), parêzer Zafer Kazan (Serokê Baroya Sakaryayê), parêzer Gürkan Altun (Serokê Baroya Bûrsayê), Hakan Taş (Parlamenterê Partiya Çep ê Almanyayê), parêzer Nuşirevan Elçi (Serokê Baroya Şirnexê), Parêzer Veli Küçük (Serokê Baroya Edeneyê), Barış Bıçakçı, Ece Temelkuran, Lale Mansur, Barış Pirhasan, Reis Çelik, Rutkay Aziz, Eşber Yağmurdereli, Faruk Eren, Fatih Portakal, Ferzan Özpetek, Fatih Yaşlı, Orhan Alkaya, Filiz Ali, Vecdi Sayar.
Di roja 111emîn de 111 kesan bang kiribû
27ê Hezîranê ku 111emîn roja greva birçûbûnê bû 111 kesan îlan dabûn rojnameyan û heman tişt daxwaz kiribûn. Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû bi gotinên ku “Hûn dizanin we îmze avêtiye bin çi?” gef li wan xwaribû û hin kesên ku îmze avêtibûn bin belavokê li ser medyaya civakî bertek nîşanî Soylûyû dabûn.
Çi bûbû?Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin. Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin. Semîh Ozakça, li navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin. Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir. Di 23yê Gulanê de hatin girtin. Ji 28ê Tîrmehê û pê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê dihatin girtin. Di 202emîn roja greva birçîbûnê de (26ê Îlonê) Gulmen ji girtîgehê birin Nexweşxaneya Nûmûneyê. Semîh Ozakça di daneşîna sêyemîn de hat tehliyekirin. |
(BK/FD)