Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî, ji bo dîtina Gulistan Dokûyê dest bi valakirina ava Bendava Ûzûnçayirê kiriye. Gulistan Dokû ji 5ê Kanûna Paşiyê heta niha wenda ye. Dokû li Zanîngeha Mûnzûra Dersimê li Beşa Pêşveçûna Zarokan di pola duyem da dixwend.
Ji bo dîtina Dokûyê xebatên lêgerîna bin avê di 6ê Tîrmehê de ji aliyê Wezareta Navxweyî ve hatibû sekinandin.
Piştre malbata Dokûyê di 17ê Tîrmehê de bi Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî re hevdîtinek pêkanî bû. Di hevdîtinê de malbatê ji bo dîtina Gulistan Dokûyê daxwazên xwe ji Soylûyî re gotibû. Aygul Dokû, Xwuşka Gulistan Dokûyê aşkere kiriye û gotiye, Wezîr Soylûyî soz daye ku, ava derdora Pira Dînarê ya ku cara dawî Gulistan lê dîyar bûbû, wê bê zuha kirin.
Xebatên bi vî awayî heta 10-15 rojan didome
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Îsmaîl Çatakli, Cîgirê Wezîrê Navxweyî û Berdevkê Wezaretê li Walîtiya Dersimê daxuyanî daye û gotiye, ji bo dîtina Gulistan Dokûyê ya ku 21 saliye, xebatên valakirina Bendava Ûzûnçayirê hatine destpêkirin.
Çatakliyî diyar kiriye, roja duşemê xebatên valakirina avê destpêkiriye û gotiye:
“Armanc ew e ku qet na hetanî derdora pireyê avê ziha bikin qada lêgerînê derxin ber çavan. Xebatên valakirina avê hatiye destpêkirin. Ez dixwazim vê jî bêjim, nêzîkî 180 rojan me xebatên lêgerîna binê avê dewam kir. Me ji bo vî karî 500 karmend wezîfedar kirin. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê hevalên me hatin vê derê.”
Çatakliyî destnîşan kiriye, ku xebatên bi vî awayî heta 10-15 rojan tên dewamkirin, ji bo dîtina Dokuyê xebatên di binê avê da bi qasî 6 mehan domandin û gotiye:
“Ligel hemû hewlan me çi encamek bidestnexistin. Hûn jî bizanibin ku em ji herkesi zêdetir dixwazin encamekê bi dest bixin. Bê guman malbata wê jî dixwaze. Em jî dixwazin bigihêjin encamê û wî karî biqedînin. Lêbelê hûn jî dizanin ku mînakên din jî hene, li dinyayê jî gelek mînak hene. Mînakên wekî negihîştine encamê jî hene. Lêbelê me hetanî niha hemû derfetên xwe bi kar anîn. Di vê mijarê da daxwazeke dawîn heye. Hetanî ku derfetên teknîkî firsendê bide em ê çi pêwîst be bikin. Jixwe êdî di vê mijarê da telîmat hatiye dayîn, sazî li ser dixebitin. Înşaellah em ê encamekê bi dest bixin." (SO/AY/FD)