Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Ji bo referandûmê ya guhertina destûra bingehîn dengdayîn destpê kir.
Li nava welêt ji bo 55 milyon û 319 hezar û 222 dengdêran 167 hezar û 140 sindoq hatin danîn.
1 milyon û 269 hezar û 282 ji ber nû ketine 18 saliya xwe dengdêrên nû ne.
Li girtîgehan 461 sindoq wê bên danîn.
Kesên ku kaxiza wan a dengdêriyê tune be wê karibin bi zanyariyên nasnameyê dengên xwe bikar bînin.
Di navbera kîjan saetan de deng tên dayin?
Dengdêr li van 32 bajaran di navbera saetên 07.00 û 16.00ê de wê karibin dengên xwe bikar bînin:
Semsûr, Agirî, Artvin, Çewlik, Bilîs, Amed, Elezîz, Erzincan, Erzerom, Dîlok, Giresun, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdaxan, Îdir û Kilis.
Li bajarên din jî wê di navbera saetên 08.00 û 17.00ê de deng bên bikar anîn.
Li deriyên ser sînor jî saet heta 17.00ê sindoq vekirîbin ku di 27ê Adarê de dengdayîn li van deran destpê kiribûn.
Li gorî daneyên Ajansa Anadoluyê yên ku ne fermî ne li derveyî welêt heta niha yek milyon û 326 hezar û 70 dengdêr dengên xwe bikar anîne.
Dengên ku li derveyî welêt hatin bikar anîn kuryeyên dîplomatîk ew bi balafiran anîn Tirkiyê û îşev piştî ku li Tirkiyê dengdayîn qediya wê bên jimartin. (AS/FD)
* Fotograf: Mustafa Çavuş / AA