Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) gelek kes bi daxwaza girtiyên nexweş bên berdan û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê çalakiya nobetê ya bêdem dan destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes jî ji bo piştgiriyê tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş li ser bû û li ser, “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vêbikin” dinivisî hat vekirin. Her wiha girseyê bênavber dirûşmeyên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kir.
"Heta girtiyên nexweş bên berdan çalakiya me dê bidome"
Hevberdevkê TUAY-DERa Enqereyê Şîrîn Altay bi lêv kir ew ji bo êdî di girtîgehan de girtî jiyana xwe ji dest nedin dest bi çalakiyê kirinê û wiha axivî:
“Tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî hê li girtîgehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û berdana wan tê asteng kirin. Em ji bo dengê xwe bigihînin berpirsan li vir dest bi çalakiyê dikin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Heta girtiyên nexweş bên berdan çalakiya me dê bidome.”
"Em ji bo kes êdî nemirê têdikoşin"
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan jî destnîşan kir ku bernedana girtiyên nexweş baweriya ji bo pêvajoyê dişkînê û wiha got:
“Em ji bo pêvajoyê têdikoşin. Em ji bo kes êdî nemirê têdikoşin. Lê hê jî li girtî jiyana xwe ji dest didin. Êdî tahamula me nemayê. Hê hefteyê borî girtiyê nexweş Tuncer Sağlam jiyana xwe ji dest da. Baweriya civakê ji bo vê rewşe kêm bû ye. Em ji bo girtiyên nexweş dest bi çalakiya nobeda bê dem dikin. Em li vir bang li Wezareta Dadê û saziyên dewletê dikin ku li gor pêvajoyê tevbigerin û girtiyên nexweş berdin.”
"Divê ev nobet ji berê ve bihata dest pê kirin"
Dayika girtiya nexweş Newroz Bozkurt ku nexweş,ua Losemiya kronîkê lê peyda bûye û li nexweşxaneyê tê derman kirin û rewşa wê xeternek e, Sultan Bozkurt jî diyar kir ku ew ji ber nexweşiya keça xwe ji Stenbolê hatiye û wiha axivî:
“Hê jî min nekariye keça xwe bibînim. Ne nexweşxaneye, ew der jî girtîgeh e. Ez Enqereyê baş nizanim. Heke min baş bizaniba ez ê peya biçûma wir. Divê ev nobet ji berê ve bihata dest pê kirin. Bi vê pêvajoyê re me got êdî dayik nagirîn. Lê dayikên Kurd hê jî digirîn. Tu ferqa hêsirê çavê dayikan tune ye. Divê êdî dayik negirîn û ji bo wê ez li vir careke din bang li saziyên dewletê dikim ku girtiyên nexweş demildest berdin.”
"Mafê tenduristiyê mafekî bingehîn e"
Hevjinê girtiya nexweş Evîn Zapsûyê ku teşhîsa penceşêrê merheleya 4an lê hatibû danîn Mecîd Zapsû jî destnîşan kir ku ew ji bo dengê xwe bigihînin saziyên pêwendîdar dest bi çalakiya nobetê dikin û wiha got:
“Em ji bo Wezareta Dadê peywîra xwe bi cih bîne li vir in. Mafê tenduristiyê mafekî bingehîn e. Lê ji ber ku ew maf tê binpêkirin îro girtî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Hevjina min Evîn jî li girtîgehê nexweş bû û ji ber ku tedawiyeke baş nehat kirin rewşa wê giran bû. Heta girtiyên nexweş werin berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan girseyê li vir dest bi nobedê kir. Piştî demekê polîsan xwest mudaxileyî çalakiyê bike. Li ser vê yekê girseyê bertek nîşan da û di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe didomîne. Hate gotin ku dê nobet sibê jî li heman cihî berdewam bike.
Li gorî agahiyên fermî yên Parlamentoyê di sala 2025an de li girtîgehan jê 792 hukumxwar, 77 girtî û bi giştî 869 kesan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 132 girtî jî di pêvajoyên qeza an destûrê de mirine ku bi hev re 1001 kes mirine. Her wiha di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 6ê Gulana 2026an de 26 girtiyan xwe kuştiye û ji van 14 girtî jî dermanên psîkiyatrîk bi kar dianîn.
Li gorî daneyên ÎHDyê hezar û 412 girtiyên nexweş hene.
(AY)

