Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo Osman Kavala, Can Atalay, Tayfun Kahraman, Alî Hakan Altınay, Mucella Yapıcı, Çîgdem Mater û Mine Özerdenê ku di Doza Geziyê de girtî ne, kampanya nameyan hatiye destpêkirin.
Di 25ê Nîsana 2022an de dadgehê bi tohmeta ku hewl daye hikûmetê hilweşîne cezayê muebbeta girankirî li Osman Kavala û bi tohmeta ku alîkariya vî sûcî kirine 18 sal cezayê girtîgehê li Mucella Yapici, Cîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgîtt Alî Ekmekçî biribû.
Vê Şemiyê (27 Tebax 2022) mafparêz wê di saet 10:30an de li Postexaneya Kadikoyê kom bibin û ji kesên di Doza Geziyê de hatine girtin re kartpostalan bişînin.
Bixwîne- Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
Banga çalakiyê ya ku bi etîketa #Geziyeselam li ser medyaya civakî hatiye belavkirin weha ye:
“Em vê şemiyê li postexaneyê kom dibin! Tiştên ku me di bin siya darê de nivîsandine em ê li ser qertan jî binivîsin. Ji bo ku di 27ê Tebaxa 2022an roja Şemiyê saet 10:30an de kartpostalên xwe bişînin, em her kesî vedixwînin Kadikoyê.
(EMK/AY)