Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çend roj berê Garo Paylan, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê pevçûnên di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de banga aşîtiyê kiribû. Navenda Lêkolînên Stratejîk a Avrasyayê (ASAM) jî ji ber vê yekê îlan dabû rojnameyan û Garo Paylan kiribû hedef.
Piştî vê rewşê bi sedan kesan piştgirî dane Garo Paylanî. ASAMê, Parlementerê HDPyê bi îxanetê tohmet kiribû û ew kiribû hedef.
Bi sedan kesan gotine ku, “Paylanî ji ber daxuyaniyên xwe yên aşîtiyane yên ji bo qeyrana Qarabaxê, bi gotinên nefretê kirine hedef û hedefgirtinên bi vî rengî berê gelek caran bûne sedema karesatan”.
Bi sedan kesan îmze dane kampanyayê
Di metna kampanyayê de wiha hatiye gotin: “Parlementer Garo Paylan ji ber ku fikrê xwe aniye ziman, bi gotinên nefretê kirine hedef, wek neyar hatiye nîşandayîn. Em gelek caran bûne şahidê karesat û wêrankirinên hedef hirtinan. Ji ber wê em bi hev re dibêjin: Garo Paylan ne bitenê ye”. (HA/AY/FD)