Wênegir Mehmet Masum Suer bi fotografê ku li Roboskiyê kişandibû di pêşbirka "Nûçegihanê Wêneyan yê Sala 2022yê" xelata duyemîn wergirtiye. Kovara Leicayê Leica Magazine (LFI) û BarTur Photo Award ev pêşbirk saz kirine.
Ji 80 welatan nêzî 5 hezar wênegir bi 12 hezar û 700 fotografan beşdarî pêşbirkê bûne.
Wênegir û rojnamevanê serbixwe Mehmet Masum Suer bi fotografê dayikan yên zarokên wan di dema bombebarana Roboskiyê de can dabûn, beşdarî pêşbirkê bûbû. Fotografê Suerî di kategoriya "Rûyên Mirovahiyê" de ketiye pêşbirkê. Di pêşbirkê de zêdetir fotografên ku di dema pevçûn û koçberiya mirovan a li Ukrayna û Afganîstanê de hatine kişandin xelatên yekem girtin. Fotografên ku xelat wergirtine dê di navbera 9-19ê Sibatê de li Berlîna Almanyayê, li F3 Freiraum Für Fotografie û piştre li du welatên din ên Ewropayê werin pêşandan.
Wênekêş Suerî got, di salekê de ev xelata wî ya sêyem e ku di vê salê de wergirtine û ji ber vê rewşê ew kêfxweş e lê ji aliyê din ve jî, ji ber bûyera Roboskiyê û tiştên ku di roja kişandina vî fotografî de dîtiye, gelekî xemgîn bûye. Suerî, bi van gotinan dewam kiriye: "Piştî bûyera trajîk bi çend rojan ez bi komeke hevalên xwe re çûm gundê Roboskiyê û me ji malbatan re sersaxî xwest. Me êşa wan parve kir. Min êşên malbatan bi kişandina gelek wêneyên li ser goristanan û li malên wan belge kir. Min bi xemgîniyek mezin ev wêne kişandin."
Derbarê Mehmet Masum Suerî de
Mehmet Masum Suer ku di heman demê de endamê Komeleya Fotografan a Amerîkayê PSAyê ye, xwediyê 32 dîploma û sernavên saziyên wênekêşiyê yên li welatên cihê yên cîhanê ye, nemaze ji Federasyona Navneteweyî ya Hunera Wênegiriyê FIAPê. Hunermend xwediyê gelek xelatên ji pêşbirkên navneteweyî ye. Sûer di destpêka vê salê de bi fotografê ku li Çiyayê Nemrûda Semsûrê kişandibû di pêşbirka "Wênegirên Salê yên Dîrokê ên 2021" de di nav 40 wêneyên herî baş yên cihên dîrokî de cih girtibû. Ev pêşbirk li Ingilistanê pêk hatibû. Pişt re jî ji bi du wêneyên ku li baxçeyên Hewselê li Amedê kişandibû di pêşbirka "35AWARDS" de ku li Rûsyayê hat lidarxistin, di nav "100 Wêne û Wênegirên Salê yên Herî Baş" de cih girtibû.
Pêşbirka BarTur Photo Award, ji aliyê Amnon Bar-Tur ku di heman demê de wênegirekî Brîtanî yê navdar e ji sala 2011'an û vir de ji bo bîranîna hevjîna xwe wênesaza navdar Ann Lesley Bar-Tur ku di sala 1984'an de ji ber pençeşêra pêsîrê jiyana xwe ji dest da tê organîze kirin. Pêşbirk ev du sal in ji hêla Kovara Leica (Leica Fotografie International) ve weke sponsor tê piştgirî kirin. (FD)