Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anliyî biryara berdestkirinê hat standin.
Anli yê ku di 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de dihat dadgehkirin di 14ê Tîrmehê de di dema 13mîn daneşîna dadgehê de ji bo bêyî ku girtî bimîne bê dadgehkirin biryara serbestiya wî hatibû dayin.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê li ser biryara serbestiya Anliyî duh saetên sibê serî li dadgeheke berjortir da.
9emîn Dadgeha Cezayê Giran îtiraza dozgeriyê nirxand û bi hinceta ku “gumana bihêz a sûcî” heye ji bo Firat Anliyî biryara berdestkirinê stand.
Çi bibû?
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di 26ê Cotmeha 2016yê de hatibûn desteserkirin û di 30ê Cotmeha 2016yê de hatibûn girtin. Di 1ê Kanûna Pêşî ya 2016yê de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qeyûm hatibû ragihandin. (ÇT/FD)