Festîvala 74an a Fîlman a Berlînê (Berlinale) di bin siya nîqaşên derbarê şerê Filistîn-Îsraîlê de û protestoyan de pêk hat.
Festîval li Berlînê, paytexta Almanyayê pêk tê.
Hin komên sînemayê bang kiribûn ku festîvala îsal boykot bikin. Yek ji wan koman “Strike Germany” bû û bang li hemû rexnegirên sînemayê kiribû ku ji ber alîgiriya rêveberiya festîvalê û Hikûmeta Federal a Almanyayê beşdarî Berlinaleyê nebin.
Duh (25ê Sibatê) hesabê Instagramê yê festîvalê hate hackkirin. Li ser hesab nivîsên “Ji robar heta deryayê Filistîna azad”, “Qirkirina li Xezeyê bidin sekinandin”, “Qirkirin qirkirin e” nivîsîn û hin fotograf weşandin.
Rêvebiriya festîvalê aşkere kir ku hesab hatiye hackirin û piştî bi demekê, ev nivîs jê birin. Her weha rêvebiriyê diyar kir ku ew ê giliyê wan kesên hesab hack kirine, bikin.
Di vê navberê de belgefîlmê bi navê “No Other Land” (Welatekî din nîne) xelata “Baştirîn belgefîlman” wergirt. Fîlm tundkariya niştecihên îsraîlî rexne dike ku li ser xaka Filistînê li derveyî qanûnan dimînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê alîkarê derhênerê fîlmî Basel Adrayî, di şeva xelatdayînê de axiviye û bang li Almanyayê kiriye ku politikaya xwe ya Îsraîl û ya derbarê Xezeyê de biguherîne.
Di 19ê Sibatê de dema galaya “Sînemaya ji bo Aştiyê” pêk dihat, hin kesan Wezîra Kar û Barên Derve ya berê ya DYAyê Hillary Clinton protesto kir. Heft heşt kesên li cihên cuda yên salona bernameyê rûniştî, dema Clinton diaxivî, rabûn li ser lingan û gotin, “Hûn sûcên şerî kirine, xwelî li serê we be, şerm bikin.”
Çalakvanan slogana “Ji Filistînê re azadî” berz kirin û xwestin Îsraîl êrîşên li ser Xezeyê bide sekinandin û demildest agirbest pêk bê.
Ekîba parastinê ya festîvalê, çalakvan bi darê zorê ji salonê derxistin. (TY/FD)