Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Merkel piştî êrîşa li Berlînê hatî kirin ku bi wê êrîşê 12 welatî hatibûn kuştin axivî.
Merkel li gor sieta Almanyayê di siet 11.00ê de axivî.
Bersiva îdiaya “êrîşkar penaber bûn”
Ji bo êrîşa li Berlînê Merkelê îma kir ku “çêdibe êrîşeka terorî be”
Li ser îdiaya gelo êrîşkar penaber bûn, Merkelê got: “ Hêj mesele eşkere nebûye lê heke rast be ku êrîşkar penaber be zehmet e em tehemmûla vê yekê bikin.”
Bazara Noelê dê neyê valakirin
“Em ê dest ji Bazara Noelê bernedin. dibe ku di van sietan de li me zor bê jî lê ji bo jiyaneka em li Almanyayê ji xwe re dixwazin em ê wê enerjiyê bibînin.
Roja şînê
Ji ber êrîşê Almanyayê rojek wek Roja Şînê îlan kir. Wezîrê karên navxweyî da zanîn ku li hemîya welatî ji bo hirmeta ji miriyan re ala dê heta nîvî bêne xwarê. (HK/MB)
Çavkanî: Associated Press, Deutche Welle, Sputniknews
wêne: arşîv / AA