Rêveberiya Giştî ya Perwerdehiya Bingehîn a Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), di 5ê Sibata 2026an de nameyek fermî ji dibistanan re şandiye û daxwaz kiriye ku bila pêvajoya hilbijartina dersan a xwendekarên pola 5, 6, 7 û 8an bi baldarî were meşandin.
Qonaxa hilbijartina dersên bijarte ji bo dibistanên navîn di sala xwendinê ya 2026-2027an de berdewam dike. Serlêdan dê di 20ê Sibata 2026an de bi dawî bibe.
Rêveberiyên dibistanan daxwaz kirine ku dêûbav daxwazên xwe herî dereng heta 20ê Sibatê têxin pergalê û diyar kirine ku çapkirina pirtûkên dersan û plansaziya mamosteyan dê li ser bingeha van daneyan be.
Ji bo dersên kurdî şertê '10 xwendekaran'
Ji sala 2012an vir ve, zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) wekî dersek bijarte li dibistanên navîn tê xwendin. Ji bo polek bê avakirin divê herî kêm 10 xwendekar dersa kurdî hilbijêrin.
Ger ev şert were bicîhanîn, xwendekar dê bikaribin heftê du saetan perwerdehiyê bi zimanê xwe yê zikmakî bistînin. Ger hejmara serlêdanan li dibistanekê ji 10an kêmtir be, derseke ji bo wê zaravayê nayê vekirin.
Sala par nêzîkî 60 hezar xwendekarî kurdî hilbijart
Li gorî daneyên ku di Gulana sala borî de hatine weşandin, bi tevahî 59,362 xwendekaran li seranserê Tirkiyeyê dersên zimanê Kurdî ji bo sala xwendinê a 2025-2026an hilbijartin.
Ji van xwendekaran 50 hezar 809 kesî Kurmancî û 8 hezar û 563 kesî jî Kirmanckî hilbijartin.
Lîsteya dersên bijarte ne tenê Kurdî vedihewîne; zimanên wekî Adigeyî, Abaazî, Lazî, Gurcî, Boşnakî û Arnawidî jî di kategoriya "Zimanên Zindî" de cih digirin.
(NÖ/AY)
