Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo Selahattîn Demîrtaş namzetê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê wê serî li DMMEyê bidin. Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê tê girtin.
Mahsûnî Karaman parêzerê Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:
“Ji bo tespîtkirina binpêkirina ‘mafê hilbijartina serbest’ a birêz Demîrtaşî sibê wê serî li DMMEyê bê dayin ku di girtîgehê de beşdarî hilbijartinê bûye, daxwazên tehliyeya wî nehatine qebûlkirin û serîlêdana wî ya şexsî ji hêla Dadgeha Destûrê ve di dema hilbijartinê de nehatiye nirxandin.”
Çi bûbû?
Ji bo Demîrtaş bê tehliyekirin 15ê Gulanê serî li 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatibû dayin lê ev daxwaz li gorî biryara di 21ê Gulanê de hatibû dayin nehatibû qebûlkirin.
Parêzeran li ser vê biryarê serî li 20em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ango serî li dadgeheke bilind daûn lê ev jî di 24ê Gulanê de hatibû retkirin.
Parêzeran 29ê Gulanê ji bo serîlêdana Demîrtaşî di rêza pêşiyê de were gotûbêjkirin 29ê Gulanê serî li Dadgeha Destûrê dabûn.
Ajansa Anadolûyê (AA) 13ê Hezîranê nûçeyek belav kiribû û gotibu ku Dadgeha Destûrê daxwaza tehliyeyê nehatiye qebûlkirin.
HDPyê 14ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û diyar kiribû ku dadgehê di çarçoveya Xala 73 ya Rêziknameyê biryara retkirinê daye. Lê ti daxwaza wan a di çarçoveya vê xalê de çênebûye. Wan daxwaz di çarçoveya Xala 68ê de kirine.
Demîrtaşî jî 19ê Hezîranê bi rêya parêzerên xwe gotibû ku “Nûçeyên ku dibêjin Dadgeha Destûrê daxwaza min a tehliyeyê qebûl nekiriye ne rast in. Dadgeha Destûrê hîna serîlêdana tehliyeyê ya parêzerê min gotûbêj nekiriye.” (EKN/FD)