Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku gotiye bile Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) demildest azad bibe, parêzerên Demîrtaşî ji bo tehliyekirina wî serî li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerên Demîrtaşî, ji bo di dosyaya “lêpirsîna derbarê bûyerên Kobaniyê” de biryar bidin û bibêjin dosya hatiye girtin û Demîrtaş azad bikin, serî li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daye.
Mahsûnî Karaman, yek ji parêzerên Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye:
“Demîrtaş ji ber wan îdiayan girtiye ku Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya HDPyê 2 tweet avêtine û piştî wê bûyerên 6-8ê Çiriya Paşiyê pêk hatine. DMMEyê gotiye ku ew tweet “bangewaziye ji bo protestoyên aştîxwaz.” Şert e ku Demîrtaş û HDPyiyên girtî tehliye bibin û biryara bidawîkirina dozê were dayîn.” (EKN/FD)