Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 22ê Hezîranê de bi Biryarnameya Serokomariyê 68 cîgirên wezîr ji bo 17 wezaretan hatibûn tayînkirin û di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin. Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay jî derbarê van tayînbûnan de li ser Twîtterê parvekirin kiribû. Ji ber vê doz li rojnameger Karabey hatiye vekirin.
Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay ji bo parvekirinên xwe yên li ser Twetterê yên derbarê cîgirên Wezîrê Dadê Akin Gurlek û Hasan Yilmaz û endamê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Îrfan Fîdan de wê bi 2 sal cezayê girtîgehê were darizandin.
Karabey bi heqareta li pey hev hatiye tohmetbarkirin. Dozgeriya ku îdianame amade kiriye, xwestiye Karabay ji sê mehan heta 2 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Li gorî nûçeya Eylem Sonbahara ji MLSAyê, dozgerê îdianameyê destnîşan kiriye ku 27 rêzeparvekirinên Karabay, "ji sînorên azadiya çapemenî û îfadeyê derbas kiriye".
Dozgeriyê ji bo Karabay bi îdiaya ku "bi eşkereyî li pey hev heqaret li karmendê dewletê kiriye" ji 3 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê xwestiye.
16emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Enqereyê îdianame qebûl kiriye û danişîna destpêkê a dozê wê di 17ê Kanûna Paşiya 2024an de pêk were.
(HA/AY)