Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Kemal Gun ê 70 salî ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigre, 70 roj in li Qada Seyît Riza a Dêrsimê di greva birçîbûnê de ye.
Di 7ê Mijdara 2016an de li herêma Çat ê ya di navbera Dêrsimê û navçeya Xozatê de di encama bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirkan de 11 milîtanên Partî/Eniya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKP-C) hatibûn kuştin. Yek ji wan jî Mûrat Gun ê 28 salî bû.
Kemal Gun, bavê Mûrat Gun ji bo ku cenazeyê kurê wî bidin ê, di 28ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Di dema ku greva birçîbûnê berdewam dikir de piştî serlêdana parêzeran malbat birin stargeh a hatiye bombebaran. Kemal Gun diyar kir ku wan li wir hin hestî û cil dîtine û çi tiştên ku dîtine radestî cendermeyan kirine.
Hin cenazeyên milîtanan ku di encama testa DNAyê de nasnameyên wan hatin diyarkirin, ji Saziya Tipa Edlî ya Malatyayê radestî malbatên wan kirin, lê cenazeye Mûrat Gun hîna nehatiye tespîtkirin û cenaze radestî malbate nehatiye kirin.
Di meha nîsanê de li gorî Yaseya Qebhetan ji bo her rojên ku Kemal Gun li qadê rûniştiye 227 lîre cezayê har birîn. Cezayê pare yê Gun bi giştî zêdetirî 6 hezar lîre ye.
Kemal Gun ê ku kurekî wî yê din jî di 4ê Nîsana 2016an de li Geyiksû ya Dêrsimê hatibû kuştin dixwaze goristaneke kurê wî Mûrat Gun hebe. (AS/FD)