Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malbatên girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di roja 288emîn a Nobeta Edaletê ya Amedê de li ber Saziya Tipa Edlî ya Amedê daxuyanî dane.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Kolmeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an, Şaxa Sendikaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanîstê (Egitim-Sen) ya Amedê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Şaxa Amedê jî piştgirî dane çalakiya malbatan.
“Em mafê jiyanê dixwazin”
Di çalakiyê de Herdem Merwanî, keça girtiyê nexweş Abdullah Kirtay axiviye û bi lêv kiriye ku di gel ku wan daxwazên xwe dubarê anîne ziman jî çareseriyek ji girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin re nehatiye dîtin. Merwaniyê diyar kiriye ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û wiha gotiyr: “Tevî ku girtiyên nexweş rewşa wan xedartir jî dibe nayên dermankirin û berdan. Dema tên berdan jî piştî demekê jiyana xwe ji dest didin. Em ji raya giştî re dibêjin ku em mafê xatirxwestinê naxwazin em mafê jiyanê dixwazin. Divê hemû kes bi hesasî nezikî vê xwesteka me bibe. Ji ber ku ev xwestikek mirovî ye. Gelek girtiyên nexweş ji bo mafê xwe yên jiyanê di gireva birçîbûnê de ne.”
Malbatan bang li Wezareta Dadê û partiyên siyasî kiriye
Merwanîyê ji bo xwedî derketina li girtiyan bang li raya giştî û partiyên siyasî û ji bo daxwaza wan bi cih were bang li Wezirê Dadê jî kiriye û gotiye: “Bila demeke zû daxwazên me bi cih werin. Dema girtiyêk jiyana xwe ji dest dide em jî ditirsin. Em dibêjin gelo em ê jî xeberek wisa bigrin? Heke partiyên siyasî û Wezirê Dadê dixwazin tiştekî bikin niha dem ew dem e ku tiştekî bikin. Gelek girtî mirin lê hê jî nedereng e. Em dibejin ku bila ew xwestekên me werin rojeva Meclisê û partiyên muxalefetê di nav xwe de li ser van pirsgirêkan heyetek amade bikin û van pirsgirêkan çareser bikin. Bila heq, hiqûq, edaletê ew di nav xwe de çareser bikin. Peywira wan ew e ku pirsgirêkên me çareser bikin.”
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)