Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di doza ku dihate dagirikirin de ji bo Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrelê biryara berdewamiya girtinê hat dayin.
Çaglar Demîrel a ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya wê bilind a Kocaeliyê dimîne, bi hinceta nexweşiyê beşdarî danaşîna li Dadgeha 5emîn Cezayê Giran a Amedê nebû.
Di daneşînê de pêşîn Dozgerê Komarî axivî û daxwaza berdewamiya girtina wê kir.
Paşê jî parêzerên Demîrelê, Reyhan Yalçindag Baydemîr, Mesût Beştaş û Mehmet Emîn Aktar gotin “Girtîmayina muwekila me li dijî yase û destûrê ye. Girtîmayina wê derdikeve ji derveyî binpêkirina mafî, li gorî Yaseya Ceza ya Tirkan dibe sûc”.
Parlamenterên HDPê Ahmet Yildirim, Ziya Pîr û Feleknas Ûca jî daneşîn şopandin.
Di dozê de ji bo Demîrelê bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê, kirina propagandeya rêxistinê û beşdariya civîn û meşên dijqanûnê” dihate darizandin û ji 10 salan heta 23 salan cezayê girtîgehê ji bo wê tê xwestin.
Demirel di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve tê meşandin de di 13ê Kanûna Paşiyê de hatibû girtin.
Çaglar Demîrel |
Sala 1969ê li navçeya Qulp a Amedê jidayik bû. Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha Dîcleyê qedandiye. Li gelek saziyên sivîl ên weke Komeleya Plansaziya Malbatî ya Tirkiyê, Weqfa Perwerde ya Dê û Zarokan, Komeleya Piştevaniya Namzetên Jin, Kooperatîfa Jinê ya Ûmût Işigi û Kongreya Jinên Azad (KJA) de xebitiye. Weke koordînatora xebatên jinê li Şaredariya Baglarê kar kiriye. Ji Partiya Civakî ya Demokratîk (DTP) bû şaredara navçeya Dêrikê ya Mêrdînê. |
Parlamenterên Girtî
Li gel Fîgen Yuksekdag a ku mafê parlamenterê û endamtiya partiyê jê hat standin 10 parlamenterên HDPê girtî ne. (YY/FD)
10 Parlamenterên Girtî |
Selahattîn Demîrtaş – Hevserokê HDPê Fîgen Yuksekdag – Hevseroka HDPê (Mafê Parlamenteriya wê û endamtiya HDPê di 21ê Sibata 2017ê de jê hat standin) Idrîs Balûken – Parlamenterê Amedê Selma Irmak – Parlamentera Colemêrgê Gulser Yildirim – Parlamentera Mêrdînê Ferhat Encü – Parlamenterê Şirnexê Abdullah Zeydan – Parlamentera Colemêrgê Ayhan Bîlgen – Parlamenterê Qersê Çaglar Demîrel - Parlamentera Amedê Bûrcû Çelîk – Parlamentera Mûşê |