Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Dêrikê ji bo bûyera trafîkê ya ku li Dêrika Mêrdînê pêk hatibû û di encamê de 20 kes miribûn biryara qedexeya weşanê daye.
Biryara qedexeya weşanê ya bi hejmar 2022/259 û roja 20ê Tebaxa 2022an ya Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Dêrikê di malpera Lijneya Bilind ya Televîzyon û Radyoyan(RTUK) de hatiye weşandin.
Sedema biryara ku li ser serlêdana Serdozgeriya Komarî ya Dêrikê hatiye girtin wiha ye:
"Ji bo tendirustiya civakê, ewlekariya neteweyî, pergala giştî û ewlekariya giştî û bi armanca pêşîlêgirtina sûc heta lêpirsîna dosyayê bidawî bibe hemû nûçe, hevpeyvîn, rexne û weşanên bi vî rengî yên di medyaya nivîskî, dîtbarî û înternetî, medyaya civakî de yên têkildarî mijarê hatiye qedexekirin.”
Çi bûbû?
TIRa barkirî ya serbi Kargeha Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê qeza kiribû. Dema welatîyên derdorê midaxeleyê birîndaran dike TIReke din li wan qelibîye û di encamê de 20 kes dimirin, 7 jê giran 26 kes birîndar bûne.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soyluyê ku çûbû Mêrdînê gotibû ku 2 ajokar hatine desteserkirin.
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî ragihandibû ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Dêrikê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.
(EMK/AY)