Wezareta Karên Navxweyî di sibeha 4ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê kir. Her sê şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM) de ne.
Her weha wezaretê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr ji peywirê girt û li şûna wan qeyûm tayîn kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzerên hevşaredaran, bi daxwaza betalkirina biryarê serî li Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê ya Nobedar dan. Parêzer Erdal Kuzu û Tahar Erdem serlêdan kirin û gotin ku tu bingeheke hiqûqî ya ji bo tayînkirina qeyûm tune ye.
Her wiha hate destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman ne li gorî biryara gel û demokrasiyê ye. Parêzeran got; “Ev sepan e, di serî de Destûra Bingehîn li dijî peymanên navneteweyî jî ye.”
Bi domdarî parêzeran destnîşan kirin ku divê biryarên meqamên îdareyê li gorî hiqûqê bin û ji bo cemaweriyê sûdewer bin. Parêzeran daxuyandin ku biryara wezareta karên hundir binpêkrina xalên 2, 38, 67, 123, 127’ê û Xala 47’emîn a Qanûna Hejmar 5393’yê ye û binpêkirina Xala 4/4 a Şertê Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ye.
Di serlêdanê de hate gotin ku AYMê di sala 1987an de ji bo hewldana îktîdara Turgut Ozal ku dixwest sepaneke mîna tayînkirina qeyûman bixe meriyetê got; “Li dijî demokrasiya azadîxwaze e” û bi vê sedemê red kiriye.