Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Yusuf Kenan Dinçer girtîyek e ku li Girtîgeha Wanê ya Cûrreyê Fyê dimîne. Her cara ku wî li ser binpêkirina mafên mirovan name ji bianetê re rêkiriye hatiye sansûrkirin.
Girtîyê nameyeka vale şand û bi tenê nivîsîye ew li ser binpêkirina mafên mirovan dinivîse lê nameya wî lê tê vegerandin.
Lijneya Nirxandina Nameyan, her car ji bo nameyên wî biryara “bimezhûr e(çêdibe halên metirsîdar çêbike)” daye û nameya wî lê vegerandiye.
Dinçerî di nameya xwe de daye zanîn ku destûr nayê dayin ku ew nameyan ji rojnameger û perlamenteran re rêkin.
Bixwîne - İHD: Muayeneya kelepçekirî û birina bi rîngê, dermankirina girtiyan bi derengî dixe
Dînçerî di nameya xwe de eşkere kiriye ku wî biryara girtîgehê jî kiriye di zerfê de.
[Lê di be ku girtîgehê biryara xwe jî bimezhûr dîtoibe biryarname ji zerfê hatiye derêxistin.]
(AS/MB)