İnfografya: Yagmûr Karagoz
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gorî çavdêriyan, her ku em ber bi Hilbijartina Giştî ya Hezîrana 2023yê ve diçin, li Tirkiyeyê, li dijî medyaya rexnegir û nûnerên wê mekanîzmayeke çavtirsandin û êrîşan derdikeve holê. Mîna hilbijartina 2019ê.
Karûbarên RTUKê yên ji bo medyaya rexnegir cogê deyne û biryarên binpêkirinê yên derbarê cudakariya karta çapemeniyê û îlanên fermî yên Dadgeha Destûra Bingehîn ne bes e, desthilatdarî “civaka tekparêz” ava bike, “Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê” saz kir. “Rêgezên Etîka Çapemeniyê” yên 28 salî guherand û di nava sê mehan de ji bo projeqanûna “Dezenformasyon”ê li Parlamentoyê pê pejirandin bi hemû hêza xwe kar kir.
Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê ya serdema Tîrmeh-Îlonê, ji hêlekê ve balê dikişîne ser dadgehkirina 125 medyakaran, ji hêla din jî behsa têkoşîna xurt a rojnameger û saziyên pîşeyê yên wezîfeya xwe ya agahdarkirinê pêk tînin dike ku vê têkoşînê li dijî “Exlaqperestiya BIKê”, “tundkariya li dijî medyakaran”, “cidakariya di mijara kartên çapemeniyê de” , “dadgehkirinên kêfî” û gelek tiştên didin.
Rojnamegerê Erebistana Siûdiyê Cemal Kaşikçî di 2018ê de li Stenbolê hatibû kuştin. Tirkiyeyê dosyeya kuştina Kaşikçiyî radestî “rêveberiya Erebistana kujer” kir. Piştî wê bi şeş mehan jî, dosyeya kuştina rojnameger Mûsa Anterî girt ku di Rapora Dewletê de, dewletê gotibû “wê ew kuştiye”. Rapor bal dikişîne ser van herdu dosyeyan û diyar dike ku Tirkiye dest ji karê xwe yê herî bingehîn ê dewletbûnê vekişandiye.
“Girtina rojnamegeran”, vegera li xuyên nebaş
Piştî hewldana derbeyê Tirkiye bûbû” yek ji mezintirîn girtîgehên rojnamegeran”. Di salên dawiyê de li şûna “girtinê biryara kontrola edlî” dihate dayîn. Di encama wê de jî, Tirkiye di lîsteya “rojnamegerên girtî de”, ber bi jêr ve daketibû. Lê piştî ku di meha Hezîranê de li Amedê 16 rojnamegerên di medyaya kurdan de kar dikin hatin girtin û du caran li dijî girtina wan îtiraz hatin kirin lê ev îtîraz qebûl nebû, mirov dikare bibêje ku Tirkiye li girtina kêfî vegeriyaye.
Pênc kes desteser kirine, Evangelos Areteos dersînor kirine
Di sê mehên dawiyê de, sê jê jin, yek jê LGBTI+, bi kêmanî pênc medyakar hatine desteserkirin. Polîsan destûr nedan ku Zeynep Kûray çalakiya karkerên avahiyan li Stenbolê bişopîne, Kûray birin qereqolê û ew li wir girtin. Evangelos Areteos, nivîskarê Rojnameya Realê ya navenda wê li Yewnanistanê ye dema xwestiye were Tirkiyeyê, li Balafirxaneya Sabîha Gokçenê ya Stenbolê hatiye sekinandin û ew bi şûn de şandine. Areteos heşt salan li Tirkiyeyê jiyaye.
Par di heman serdemê de, 11 rojnameger hatibûn desteserkirin. Çar jê ji ber pêşketinên têkildarî Pirsgirêka Kurdan hatibûn desteserkirin. Du ji wan, nûçegîhanê RTLyê Olaf Koens û kameraman Pepijn Nagtzaam, yên ji Hollandayê hatibûn û dixwestin liv û tevgera penaberan a li Edîrneyê bişopînin bûn.
Polîs û MHP çavkaniya tundkariyê ne
Di 3 mehên dawî de di 3 çalakiyên ku ji bo Peymana Stenbolê û tehliyeya rojnamegerên girtî hatiye lidarxistin de bi awayekî fîzîkî 10 nûnerên çapemeniyê hedef hatine girtin. Ji ber vê polîsên Emniyeta Enqereyê bi tundî hatin rexnekirin. Pêş hilbijartinan bi derketina nûçeyên têkildarî kêmbûna dengên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ku di nav Rêkevtina Cûmhûr de ye derdorên wê partiyê hirs dike. Ji ber vê yekê weke hilbijartinên 2019an dixwazin çapemeniya rexnegir hedef nîşan bidin.
Di mehên Tîrmeh - Îlonê de li heşt bajaran herî kêm 20 nûnerên medyayê rastî êrişê hatine. Ji wan 13 kes polîsan hedef girtine, derdorên MHPê 2 û yek jî bûye hedefa Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Cemal Engînyurt. Betalkirina Biryarnameya Emniyetê ya 27ê Nîsana 2021an ku dîmengirtina midaxeleyên polîsan qedexe dike, nikare tundkariya polîsan a li dijî rojnamegeran rawestîne. Di heman heyama sala borî de herî kêm 29 rojnameger rastî êrîşa fizîkî ya hêzên ewlekariyê an jî aliyên sêyemîn hatibûn.
126 rojnameger hatine dadgehkirin
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de herî kêm 126 rojnameger û medyakar li gorî Qanûna Têkoşîna Dijterorê û Qanûna Cezayê Tirkan bi sûcên "endamtiya rêxistina terorê", "endamtî û alîkariya rêxistinê", "propagandaya rêxistina terorê", "çapkirin û belavkirina weşanên rêxistinê", "Bi bikaranîna hêz û tundkariyê hewldana rûxandina hikûmeta Komara Tirkiyeyê", "pesindayîna sûc û sûcdaran", "bi eşkereyî piçûk xistina hêzên ewlekariyê" , “Bidestxistina zanyariyên şexsî û belavkirina wan”, “Peydakirina belgeyên nepen”, “tehrîkirina kîn û dijminatiyê”, ” û “piçûkxistina nirxên olî” hatine dadgehkirin.
Di vê qonaxê de dozên ku ji ber Qanûna Têkoşîna Dijterorê (TMK) û Qanûna Cezayan a Tirkan hê jî zêde ne. Ev qonaxa hanê ji vê qonaxê cûdatir e. Ji berk u bi iddiaya çalakiyên civakî şopandine herî kêm biryara peyketinê ji bo 12 medyakaran li gorî ku li dijî “qanûna xwepêşandan û kombûnê” tevgeriya ne û “li dijî polîsan li berxwedane” hatiye dayîn.
Di heman serdemê de herî kêm 11 rojnameger û karîkaturîst (Mehmet Emîn Kurnaz, Alî Ergîn Demirhan, Ahmet Sever, Deniz Yücel, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, “Alice”, Rustem Batum, Erk Acarer, Engin Korkmaz) ji ber nêrîn û rexneyên xwe yên derbarê Serokomar Erdoganî de bi îdiaya ku "heqaret li Serokomar kiriye" dihatin darizandin. Rojnameger Alî Ergîn Demîrhan di 3 mehên dawî de ji vê dozê beraet bûye û derbarê rojnameger û nivîskarê sirgûnkirî Can Dundar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Tevî pêşniyara Komîsyona Venedîkê ya ji bo betalkirina xala "heqareta li Serokomar" û mehkûmkirina Vedat Şorli ya ji aliyê AÎHMê ve di Çiriya Pêşiya 2021an de, xala 299an a TCKê bûye sedem ku ji roja(Tebaxa 2014an) Erdogan weke Serokkomar hatiye hilbijartin heta niha 70 rojnameger an go medyakar bên mehkûmkirin.
Biryardariya lêgerîna maf zêde bûye
Di vê qonaxê de dezgehên herêmî bi hincetên weke “wezîfeya xwe kiriye” an go “polîs nehatine tespîtkirin” tûndkariya polîsan parastiye. Polîsên ku li Çekmekoyê di dema salvegera berxwedana Geziyê de medyakar kirine hedef bi van hincetan hatine parastin. Ji aliyê din ve di vê qonaxe de jî giliyê nû hatine kirin. Bi hewldana Yekîneya Hiqûqê ya MLSAyê Rêvebiriya Giştî ya Emniyetê (EGM) derbarê Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Stenbolê Henîfî Zengînî de biryara peyketinê daye. Zengînî kameramanê Artî TVyê Bîlal Meyvecî asteng kiribû û gef lê xwaribû. Derbarê yek ji polîsên ku di sala 2013an de di berxwedana Geziyê de tundkarî li rojnameger Gokhan Bîçîcî kiribû de biryara anîna bi darê zorê hatiye dayîn.
Seroka Weqfa Ragihandinê ya ÎPSê û Şêwirmendê Projeyê ya bianetê Nadire Materê ji ber ku karta wê ya çapemeniyê ya domdar nehatibû nûkirin, çar sal berê doz li Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê(CIB) vekiribû. Mater piştî çar salan di têkoşîna xwe ya hiqûqê de bi ser ketiye. Nûnerê Enqereyê yê T24ê Gokçer Tahinciogluyî jî mafê wergirtina karta çapemeniyê ya domdar di sala 2018an de bidestxisti bû. Heta Kanûna sala 2022an jê re gotibûn karta te “li ber lêkolînê ye” ji ber wê kart nedabû wî. Bi saya hewldanên xwe yên li Saziya Pişkinînê karta xwe ya domdar girtibû. Tevî vê yekê jî CÎBê karta çapemeniyê ya domdar ya rojnameger Tûgrûl Eryilmaz ku ji sala 1975an û vir ve xwedî qerta çapemeniyê ye betal kiriye û xwestiye bê radestkirin. Rojnameya Evrenselê bi rêya parêzerê xwe Devrîm Avcî, bi belgeyan îtîraza biryara Saziya Ilanan a Çapemeniyê (BÎK) kiriye. BIKê mafê weşandina îlanên fermî jê standibû.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê navê Serokê TGSê Gokhan Durmuş û Alîkarê Serokê EFJê Mustafa Kuleli ku bi mebesta îstibaratê tomar kiriye. Navê wan jî di dosyaya ku rojnameger Azîz Oruç tê de dad dibe de cih digire.
Dadgeha Destûrî li dijî biryarên HAGB û BIKê biryar daye
Di vê qonaxê de melayek doza tezmînatê li Haci Bogatekîn, xwediyê Rojnameya Gerger Firatê ku li Semsûrê weşanê dike vekiriye. Bogatekîn li dijî vê serî li Dadgeha Destûrî daye û dadgehê biryar daye ku azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin û 30 hezar TL cezayê tezmînatê li mela biriye.
Weke dosyeyên 16 rojnamegerên ku di 16ê Hezîranê de li Amedê hatibû girtin, serlêdanên serlêdanên ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn zêde bûne. Dadgeha Destûrî pîvana “taloqkirina aşkere kirina biryara cezayê” (HAGB) ji bo medyakaran weke binpêkirin pesend kiriye. Biryareke din a balkêş a Dadgeha Destûra Bingehîn ewe ku têkildarî birîna cezayên ku ji aliyê Saziya Ilanan ya Çapemeniyê (BÎK) ve li rojnameyên Evrensel, BirGûn, Cumhuriyet û Sozcuyê hatiye dayîn e. Di vê biryara ku ji Meclîsê re jî hatiye şandin de, hatiye gotin ku divê di rayeya midaxaleyê ya rayedarên cemaweriyê de hin pîvanên pêşbînîkirî bên danîn.
Di heman heyama sala borî de Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di serlêdanên 4 rojnamegeran de biryar dabû ku ji ber azadiya derbirîn û çapemeniyê hatiye binpêkirin, bi giştî 21 hezar û 180 TL tezmînat birîbû.
DMME bêdeng e
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê mafên rojnamegeran de çi biryar nedaye. Her çend di vê çarçoveyê de serlêdanên nû ji bo DMMEê çêbû be jî di 9 mehên îsal de tenê karî derbarê girtina keyfî ya nûçegihanê rojnameya Die Weltê Denîz Yucel de biryara xwe bide.
Dadgeha Destûra Bingehîn di nava salê de serlêdana rojnameger Muyesser Yildizê ya têkildarî girtina wê ya bi kêfî ya sala 2020an qebûl nekiribû. Ji ber vê yekê Yildizê aşkere kiribû ku ewê serî li DMMEê bide. Serlêdanek din jî ji bo nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Cemîl Ugurî hatiye kirin. Her weha li Wanê îşkence li du gundiyan hatibû kirin û Ugurî nûçeya wan çêkiribû û piştre hatibû girtin, Bi iddiaya ku “endamê rêxistinê ye” hatibû dadkirin û ji vê dozê beraet kiribû. Di heman qonaxa sala par de tu deng ji DMMEyê derneket.
“RTÛKa cudaxwaz” dîsa ceza biriye
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji ber weşana nûçe û bernameyan di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlona 2022yan da bi tevahî 5 caran cezayê pere li televizyonan birîye. Lijneyê bi giştî 342 hezar û 328 TL cezayê îdarî li televizyonan biriye. Her weha 3 caran biryara rawestandina weşana bernameya bi navê "Sözüm Var" ya li Halk TVyê daye.(SA/EO/AY/FD)