Fotograf: Gazete Sabro
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziyên suryaniyan û siyasetmedarên suryanî yên li Ewropayê ji bo azadiya Keşe Ahoyî kampanyayek îmzeyan dane destpêkirin.
Polîsan di 9ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de girtibûn ser Dêra Mor Yaqûbî, Keşe Aho desteser kiribûn û paşê dadgehê ew girtibû.
Keşe Aho di 14ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Dadgeha Cezayê Giran a 4an a Mêrdînê di danişîna 5an de 2 sal û mehek cezayê girtîgehê dabû Keşe Aho ango Keşe Sefer Bilecenî.
Li gorî nûçeya Gazete Sabroyê saziyên suryaniyan û siyasedmedarên suryanî di kampanyayê de wiha gotine: “Em dixwazin hikûmeta tirkan hemû tohmetên li ser Keşe Ahoyî rake û serbest bike ku bi tenê li gorî nirxên xwe tevgeriyaye û av û nan daye kesên jê xwestiye.”
Ji bo metna kampanyayê bitikîne
Çi bûbû?
9ê Kanûna Paşiyê ya 2020an Aho (Sefer) Bîleçen, Keşeyê Dêra Mor Yaqûbî tevlî 10 kesan li Nisêbînê desteser kiribûn. Bîleçen piştî bi rojekê girtibûn. Parêzeran li dijî biryara girtina wî serî li dadgehê dabûn û Bîleçen di 14ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de serbest bûbû.
Dozgeriyê Bîleçen li gorî zabitnameyeke ku di cendermeyan di sala 2018ê de nivîsandibû û îfadeya îtîrafkarekî girtibû. Di zabitnameyê de hatibû gotin ku “endamên rêxistinê çûne Dêrê.” Bîleçen bi “endamtiya rêxistinê” tohmet kiribû. Bîleçen piştî girtina xwe bi endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê û parêzerên xwe re axivî bû û wiha gotibû:
“Di 2018ê de 2 endamên rêxistinê hatin dêrê. Xwarin ji min xwestin. Min jî da. Paşê ev derketiye holê. Fermendarê Cendermayan bi rêya Metropolîtî bi min re hevdîtin kir. Min înkar nekir. Ji bo careke din tiştekî wiha nebe, min xwest tedbîrên ewlehiyê bistînin lê ti tedbîrên ewlehiyê nestindin. Piştî zabitname hate nivîsandin min digot qey ser bûyerê girtine. Kî were ber deriyê min ez ê bidim. Li gorî olê û felsefeyê divê ez bidim. Ji ber ez keşe me, nikarim derewan jî bikim. Ez jê ne ji bo alîkariya ti rêxistinan lê ji bo baweriya xwe dikim. Ji ber felsefeyê jî nikarim gilî bikim. Ji hêla olî jî wisa ye. Ji xwe ez nikarim derkevim ji derveyî dêrê.” (EMK/FD)