Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jinên ku bi “Insiyatîfa 1000 Jinan ya ji bo Azadiya Aysel Tûglûkê” kombûne biryar dane ku ewê weke “1000 Jin ji bo Azadiya Girtiyên Jin yên Nexweş” xebatên xwe bimeşîne.
Jinan avakirina însiyatîfa xwe bi nivîsîk ragihandine û peyam ji Newroza 2023an a Amed û
Stenbolê re şandine û weha gotine:
“Me bi tekoşîna xwe rêhevala xwe Aysel Tugluk ku nexwaşîya demansê pê re ye ji girtîgehê derxist.”
“Piranîya nexweşên girtî yên sîyasî ku nexweşîyên wan di encama îşkence û nêzikatiyên ne mirovî de derketien holê û ji ber ku nehatine dermankirin ev nexweşiyana li ser girtiyan mayîn de bûne.”
“Em ê ji bo tevahî rêhevalên me yên nexweş di Nerwroza sala bê de bi me re bin têbikoşin. Em dixwazin ku sîyaset jî vê îrade û bibiryarbûna ya me bibînin.
“1000 Jin ji bo Azadiya Girtiyên Jin yên Nexweş”
*Helen Sarigulê ev nûçe ji tirkî wergerandiye
(EMK/HS/AY)