Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo endama Lijneya Şewirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan wê roja Pêncşemê li Girtîgeha Bakirkoyê Nobedariya Azadiyê dest pê dike. Wê navbera saetên 16:00-18:00an de nobet bê girtin.
Rêxistina Jinên Aştîxwaz, Bloka Aştiyê, Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Akademîsyenên Aştîxwaz û gelek nivîskar piştgirî didin nobedariyê.
Çi bûbû?
8. Dadgeha Sulh Cezayê di 16ê Tebaxê de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê dike’ derbarê Ozgur Gundemê de biryara girtinê da.
Piştî rojname hat girtin di heman rojê de tîmên taybet avêtin ser avahiya rojnameyê. Polêsan hin xebatkarên Ozgur Gundemê piştî kontolkirina nasnameyan serbest berda lê 22 xebatkar dîsa bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Gelek edîtor, berpirsên weşana giştî yên Ozgur Gundemê û xebatkarên IMC TVê ku ji bo şopandina nûçeyê li wir bûn di nav kesên binçavkirî de ne.
Piştî binçavkirinê 22 kes serbest hatin berdan lê Berpirsê Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Mudirê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya hê jî binçavkirî ne û dema binçavdehiştina wan heta 25ê Tebaxê hatiye dirêjklirin.
Serdegertina li dijî rojnameyê hê ji gelek aliyan ve tê şermezarkirin. Polêsan bi ser malên Berpirsa Weşana Giştî yê berê Eren Keskin nivîskarên rojnameyê Ragip Zarakoğlu û Filiz Koçalî, Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili û Endama Lijneya Şewirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê de jî girtin.
Asli Erdogan di 19ê Tebaxê de hat girtin.
(HK/YO)