Ji bo rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) fezleke hatin amadekirin û pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji 9 fezlekeyan 4 jê derbarê parlamenterên DEM Partiyê de ne, 4 jê der barê parlamenterên CHPê de û yek jî derbarê parlamenterê TÎPê de hate amadekirin. Fezlekeyên pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin ji wir jî radestî Komîsyona Giştî ya ji Endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê pêk tê, hate kirin.
Navê parlamenterên derbarê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne:
“Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salihe Aydenîz, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, Parlamentera Dem Partiyê ya Stenbolê Kezîban Konûkçû Kok, Parlamentera TÎP’ê ya Stenbolê Saliha Sera Kadigîl, Parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmût Tanal, Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Gokçe Gokçen, Parlamenterê CHP’ê yê Edeneyê Ayhan Barût û Parlamenterê CHP’ê yê Dîlokê Melîh Merîç.”
(AY)