Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê di sala 2022an de dabû destpêkirin de, polîsan di 24ê îlonê de bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê û gelek malan de girt.
Di serdegirtinan de dest danîn ser gelek pirtûk, kovar û rojnameyên ku derbarê wan de biryara "komkirinê" nebû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 3emîn û 4emîn Dadgeriyên Cezê û Aştiyê yên Amedê ji bo wan pirtûk, kovar û rojnameyan biryara komkirinê derxistine.
Di biryarên dadgehê de hatiye îdiakirin ku di naverokên pirtûk, kovar û rojnameyan navborî de "propagandaya rêxistinê hatiye kirin”.
Biryarên komkirinê ji ber "Xala 7/2 ya Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ya bi hejmara 3713 û xala 25/2 ya Qanûna Çapemeniyê ya bi hejmara 5187" hatin girtin.
Polîsan li Payîz Pirtûkê dest danîn ser 409 pirtûk, 144 kovar û rojnameyan
Pirtûk
Navê pirtûkên ku derbarê wan de biryara komkirinê hatine dayîn wiha ne;
"Dağın Kalbinde Yücelen Kadın/Unutulmasınlar-3, Geliyê Tiyarê/Unutulmasınlar 1, Bizim Egîd/Unutulmasınlar 4, Kürt Sorununun Nedenleri ve Kökenleri, Bir Kürt Devrimcisi Niyazi Usta, Kaviren Anarşist, Auschwitz'den Diyarbakır'a 5 No'lu Cezaevi, Agir Bi Berfe Ket, Ateşi Karanlığın Üstüne Sürenlere…. Beşlere, Avabûna Stêrkan Mizgîna Hilatina Rojê ye, Bakur Notları, Berfederya, Çiçeğe Ağıt, Destane Ferhat Koçer, Dönüşü Olmayan Yol, Dr. Şıvan Sait Kırmızıtorpak, Êdî Nave Min Bêrîvan e, Efsûna Awaza Zîlanê, Gerçekleşen Rüya, Gözyaşlarına Alışık Gözler, Hep Mavi Kal, Kutsiye Bozoklar Kelepçeye İnat Hayat, Kendekol Katliamı "Çok geniş ölçekli ve sistematik gaddarlıklar", Kenen Binekirî, Kobanê'nin Kızları İsyan Cesaretin ve Adaletin Hikayesi, Geşepêdanen Rojeheletanavîn Sûrye û Kurdistana Rojava, Kurtê Lêkolinêk Ji Dîroka Kurdistanê, Kürdistan'da Sivil Toplum, Kürt Siyasilerin Müebbete Hükümlü Mektupları, Li Çiyayê Qerejdax Şopa, Mahkemelerin Açtığı Yol, Melek ve Kim, Pakrewanên Bênav, Qewdek Sosretî, Rojhat, Di Siya Dara Xaçê da Serhildan, Siya Şikestûnê Tûrcel, Tovê Kurdistan, Umuda Bir Ülke, Ülkeye Dönüş, Zagroslarda Bir Ceylan, Mehmet Hayri Durmuş Yazıları ve Mektupları, Özgürlüğe Giden Uzun Yol, Hûmîtra, Gûlen Azadîye, Hestên bi Vejînê Hatine Hesandin, Çîroka Du Ezîzan: Gerilla II."
Kovar
Hejmarên 1, 2, 39, 48 ên Modernîteya Demokratîk, hejmarên 2, 3, 4 û 5 ya Ekolojîk Yaşam, hejmarên 16, 29 û 31 yên Jineolojiyê.
Rojname
Hejmarên dîrokên 28 Hezîran, 15 û 17ê Tîrmehê, 23ê Îlonê yên Yenî Yaşamê, hejmara 16-22ê Îlonê ya Xwebûnê.