Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Save the Children derbarê operasroyana rizgariya rojavayê Mûsilê de ji bo ewlehiya 350 hezar zarokên li bajêr hişyarî li artêşa Îraqê û Amerîkayê kir.
“Artêşa Îraqê, Amerîka û mutefîkên wê ji bo zarok û malbatên li Mûsilê zerar nebinin, çi deste wan tê divê bikin. Dema nêzî navenda bajêr bûn divê ji dibistan û nexweşxaneyan dûr bisekinin.”
Di wê daxuyaniya rêxistina sivîl de hat diyar kirin ku 350 hezar zarok li rojavayê Mûsilê asê mane.
“Hejmara nifûsê li bajêr gelek zede ye. Tesîra wan top û teqemeniyan wê di nav kolanên teng de mezin be. Kuştinên ji ber wê dê wisa mezin be ku heta niha ti mînakeke wê nebûye.”
Divê koridor werin avakirin
Di wê daxuyanîyê de hat gotin ku nîşangirtina derdorê bajêr girtine û zarok navbera bombe û pevçûnan de mane û wiha hat gotin: “Divê ji bo tehliyekirin û revandina sivîlan demildest koridor were avakirin.”
Save The Childiren herwiha bal kişand kul i bajêr pirsgirêka xwarin û avê heye û dibe ku xelayî lê çêbibe.
Operasyona Mûsilê
Serokê Îraqê Heyder Ebadî duh daxuyandibû ku operayona ji bo rizgarkirina rojavayê Mûsilê destpê kiriye.
Ebadî destnîşan kiribû ku armanca wan ê sereke bidestxistina bajêr nîn e, rizgarkirina gele sivîl e.
(YY/YO)