Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) wê ji bo 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî qartan bişînin ji rojnamegerên girtî re.
MKGP û DFGyê bi daxuyaniyeke hevbeş aşkere kiriye ku ew ê roja 31ê Tebaxê li Amedê ji Şaxa PTTyê ya Ofîsê ya Yenişehîrê qartan rê bikin.
Herdu saziyan bi van gotinan bang li rojnamegeran kiriye:
“Bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî em ê ji bo daxwazên xwe yên aştî û azadiyê ji rojnamegerên girtî re qertan bişînin. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku tev li vê çalakiya me bibin. Haydê; tu jî qertekê bişîne!”. (FD)