Walîtiya Stenbolê ku pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Taksîmê qedexe kir, li Beyoglu û derdora wê gelek rê ji hatûçûnê re girt. Polîsan ji saetên serê sibê ve Meydana Taksîmê û derdora wê dorpêç kirin.
Bi biryara ku Walîtiyê di saetên şevê de weşand, li Beyoglu, Beşiktaş û Şişliyê gelek şeqam û kolan ji trafîkê re hatin girtin. Îstasyonên metroyê yên Taksîm, Şişhane û Osmanbeyê hatin girtin; her wiha veguhastina rêwiyan a bi ÎDO, Xetên Bajêr û motorên deryayê ya ji aliyê Anadoluyê ber bi aliyê Ewropayê ve jî hat rawestandin.
#1Gulan Li Mecîdiyekoyê, polîs kesên ku nêzî qada pîrozbahiyê dibin desteser dikin. Her weha polîsan heta niha gelek kes desteserkirin.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) May 1, 2026
📽️: @kepenekevrimm pic.twitter.com/WjDJEzHaLc
Piştî banga sendîka û partiyên siyasî ya ji bo komîbûna li Mecîdiyekoyê, şeqamên Halaskargazî û Buyukkdereyê û derdora Cevahir AVMyê hatin girtin.
Li serê her kolaneke herêmê, tîmên polîsan û TOMA hene.

Di saet 10.30’an de yekemîn desteserkirin çêbûn. Polîsan midaxaleyî xwepêşanderên kir û ew desteser kirin.

(EMK/HA/AY)






