Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo 16 rojnamegerên li Amedê hatin girtin, hevpîşeyên wan li Stenbolê çalakiyeke protestoyî li dar xist.
Çalakî bi serpereştiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên jin a Mezopotamyayê (MKGP) û bi piştgiriya DÎSK Basin-Îş û Komeleya Lêkolînên Hiqûq û Medyayê (MLSA) û bi beşdariya komek rojnamegeran, li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglûyê pêk hat.
Ji bilî rojnamegeran Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Hevserokê rêxistina bajarê Stenbolê yê HDPyê Ferhat Encu, nûnerên partiyên siyasî jî ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiyê bûn.
Bixwîne - Rojnameger li Kadikoyê ji bo hempîşeyên xwe yên desteserkirî civiyan
Rojnamegeran fotografên 16 rojnamegerên di 16ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin û çendîn kaxiz hildan ku li ser wan “Rojnamegeran serbest bikin”, “Em li pey rastiyê ne”, “Generalên Biçûk ên Apê Mûsayî li vir in” hatibûn nivîsandin.
Her weha pankartek hilgirtin ku li ser wê “Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” nivîsîbû û her weha sloganên “Çapemeniya azad, welatê azad”, “Desteserkirin, girtin, zext û zor nikarin me asteng bikin” berz kirin.
Di çalakiyê de rojnameger Dûrker Surenê metna bi kurdî, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê, Dîren Yûrtseverê xwend.
Surenê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Em ê nekevin nava wê hewldanê ku bibêjin hevalên me rojnameger in. Ji ber ku rojnameger bûn lewma hatin girtin. Pir aşkera ye ku li ser îdiayên bêbingeh û bi pevbestîneke mîna mîzansenê, operasyonek hatiye kirin.”
“Desthilatdar dixwaze bêzar bike”
Dûrket Surenê diyar kir ku desthilatdar êdî winda dike û “her ku wihda dike jî amadekariyên xwe yên êrîşan ên li dijî mixalif û derdorên din zêdetir dike.”
Di dewama axavtina xwe de got ku “Desthilatdarî, hewl dide bi rêya hilbijartin û şer desthilatdariya xwe mayînde bike. Di pêvajoyeke wiha de armanc dike ku hemû kesên li hemberî wan serî natewînin, yên ku li gel bedelên giran jî li pey rastiyê digerin, di serî de çapemeniya azad ên ku karê xwe li gorî rûmeta pîşeya xwe dikin û xwedî li mafê agahîgirtinê yê civakê derdikevin ku nikarin têxin bin kontrola xwe, bêzar bikin.”
“Li ser îdiayên bêbingeh operasyonek kirin”
“Ji ber van sedeman e ku di 8ê hezîranê de 20 kedkarên çapemeniya azad ên kurd hatin binçavkirin. Ev roj, weke şerm û qirêjiyeke mezin di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Saziyên ku tê de dixebitiyan hatin dorpêçkirin, dest danîn ser alav û amûrên wan. 8 rojan di bin çavan de man û piştre jî 16 hevalên me bi awayekî neheq û derhiqûqî hatin girtin. Ev jî besî wan nebû ku çapemeniya AKP-MHPyê hevalên me hedef girt! Em ê nekevin nava wê hewldanê ku bibêjin hevalên me rojnameger in. Ji ber ku rojnameger bûn lewma hatin girtin.
"Pir aşkera ye ku li ser îdiayên bêbingeh û bi pevbestîneke mîna mîzansenê, operasyonek hatiye kirin. Ne tenê hevalên me hedef hatin girtin, azadî û rojnamegeriya wan nabe rojnamegerî bixwe!"
Piştî daxuyaniyê, endama Desteya Rêveberiyê ya Basin-Îşê rojnameger Canan Yildiz û Parlamenterê HDPyê Mûsa Pîrogolu jî axivîn û behsa projeqanûna dezenformasyonê û girtina girtina rojnamegeran kirin. (FD)