16 fezlekeyên parêzbendiyê yên derbarê 13 parlamenterên HDPê de amade kirine, ji bo Serokatiya Meclîsê hatiye pêşkeşkirin.
Derbarê 13 parlementerên HDPê ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî di nav de bi daxwaza parêzbendiya wan were rakirin fezleke hatine amedekirin û pêşkeşî Serokatiya Meclîsê hatine kirin.
Parlementerên ku derbarê wan de fezleke hatine amadekirin ev in:
“Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan (2), Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Mûrat Sarısaç (3), Alîcan Onlu, Omer Ocalan, Remziye Tosûn, Sezaî Temellî, Dersim Dag, Îmam Taşçier, Feleknas Ûca, Fatma Kûrtûlan, Siddik Taş.”
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya