Ji bo nûçeya Tirkî bitikine
Kesên ku 20emîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Metin Goktepe standin ji hêla Komîteya Lidarxistinê ya Xelata Metin Goktepe ve hatin aşkerekirin.
Îsal, di pêşbirkê de ligel xelatên rojnamegeriyê yên nûçeyên nivîskî, dîtbarî, wênekêşî û herêmî sê xelatên taybet ên juriyê hatin dayin.
Di vê çarçoveyê de editora Nûçeyên Azadiya Fikr û ramanê Elif Akgul û nûçegihana Rojnameya Cumhuriyetê Elif Akgul bi nûçeya dosyayê ya bi navê ’10 Salên Bê Hrant’ Xelata Taybet a Juriyê standin.
Xelat dê 10ê Nîsanê yanî di roja jidayikbûna Metin Goktepe de bê dayin.
Xelata Taybet a Juriyê: Elif Akgul-Canan Coşkun / ’10 Salên Bê Hrant’
Ji bianetê Elif Akgul û ji Rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun di navbera 18 û 20ê Rêbendana 2017an de di heman demê de him di bianetê him jî di Cumhuriyetê de nûçeyeke dosyayê amade kirin. Di nûçeyê de behsa 10 salên doza kuştina Hrant Dink dihat kirin.
Kesên din ên ku xelat wergirtine wiha ne:
Xelata Nûçe ya nivîskî ji rojnameya Evrenselê Cansu Pişkin bi nûçeya ‘Radyoaktif skandal’ê wergirt. Ji BBC beşa tirkî Selin Girit bi nûçeya xwe ya bi navê “Îdiayenên işkenceyê yên di dema desteserkirinê de: Şahid dipeyivin” Xelata Nûçe ya Dîtbarî stand.
Ji rojnameya Evrenselê Tamer Arda Erşin bi wêneyê ‘Na em naçin derekê!’ Xelata Wênekêşiyê, ji Kovara İzmir Life Deniz Çaba bi nûçeya ‘Penaberî: Vê carê ew diaxivin’ Xelata Rojnamegeriya Herêmî standin.
Ji dihaberê Abdurahman Gok bi fotografên Kemal Kurkut û rojnameger Ahmet Şik jî bi nûçeya xwe ya bi navê ‘Şîfreyên 15ê Tîrmehê” Xelatên Taybet ên Juriyê wergirtin.
Endamên juriyê
Di juriya îsal a pêşbirkê de Bulent Ozdogan, Ceren Sozeri, Celal Başlangıç, Ersa Arsan, Fatih Portakal, Fikret İlkiz, Işil Ozgenturk, Kamil Tekin Surek, Mehveş Evin, Nazim Alpman, Pinar Ogunç, Pinar Turenç, Ragip Zarakolu, Yasemin İnceoglu û Zehra Kafkaslı cî girt.
(ÇT/FD)