Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Tetwanê, îdianameyek derbarê Serokê Komeleya Rojnamegeran ê Bedlîsê û Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Bitlis Newsê Sînan Aygulî de amade kiriye.
Aygul îdiaya ku dibêje li Bedlîsê îstîsmar li zarokekî/ê bûye li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandibû. Ji ber vê zanyariyê di 14ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan de hatibû girtin û di 22yê Kanûna Paşiyê de jî tehliye bûbû.
Dadgeha 1em a Asliye Cezayî ya Tetwanê îdianame qebûl kiriye ku bi îdiaya "zanyariyên ku gel dixapîne weşandiye" hatiye amadekirin. Dozgerî xwestiye ku Aygul bi 3 sal cezayê girtîgehê bê dadgehkirin. Li gorî vê encamê, Aygul bûye yekem rojnameger ku li gorî "yaseya sansurê" doz lê hatiye vekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Tetwanê îdianameyeke yekrûpelî amade kiriye û ew bi "parvekirina nûçeyeke bêbingeh a derbarê îstîsmara zayendî ya li zarokî/ê de ye ku ev mijar yek ji hesastirîn mijarên rojeva welêt e" tohmet kiriye.
Aygul wê di 28ê Sibatê de li dadgehê bê dadgehkirin.
Bixwîne - Rojnameger Sînan Aygul serbest bûye
Bixwîne - Rojnamegerê ku nûçeya tacîzê çêkiriye hatiye girtin
Ew ê xwe neparêze
Sînan Aygulî îdianameya ku ji bo wî hatiye amadekirin, li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye û gotiye ku ew ê xwe neparêze: "Madem ev yaseyeke bêdengkirinê ye, ez ê li dadgehê neaxivim. Ez hêvî dikim ku ji bo azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê, nirxên demokratîk, doza dawiyê be."
Çi bûbû?
Rojnameger Sînan Aygul, piştî nûçeya tacîzê ya li Bedlîsê bi iddiaya ku "kîn û dijminatî xistiye nava gel" hatibû desteserkirin. Dadgehê biryara girtina wî dabû.
Aygul bûyera desteserkirina xwe li ser Twîtterê ragihandibû û gotibû, "3 saet berê min nûçeya tacîzê çêkiribû. Ji ber vê nûçeyê bi iddiaya ku min "kîn û dijminatî xistiye nava gel" ez hatim desteserkirin. Polîs niha li malê lêgerînê pêk tîne. Ew ê min desteser bikin û bibin qereqolê."
Aygulî têkildarî îstîsmar û tacîza li zaroka 14 salî ya li Tetwana Bedlîsê li ser hesabê Twîtterê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku kesên gumandar polîs û çawîşek in.
Dadgehê bi iddiaya ku "kîn û dijminatî xistiye nava gel" biryara girtina Aygulî dabû. (HA/FD)