Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Bûrhan Ekîncî ku li Almanyayê dijî li ser Twîtterê gotina Abdullah Ocalan ya “Şer rawestînin” û wêneya sivîlan ya ku wî li sînorê Kobanê kişandiye, belav biriye. Ji ber vê di “propagandaya rêxistinê” de doz lê hatiye vekirin.
Îddianame ji aliye Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve hatiye amadekirin. Di îddianameyê de hatiye xwestin, Bûrhan Ekîncî li gor xala 7/1a Qanûna Tekoşîna Dijî Terorê û di propagandaya rêxistinê de were cezakirin.
Di îddianameyê parvekirinên medya civakî yê Ekîncîyî weke delil hatiye nişandan.
Parvekirinên Ekîncîyî yek jê gotinên Abdullah Ocalan, Serokê PKKyê yên ku di 8ê Tebaxa 2019an de bi rê ya parêzerên xwe gotibû: “Ez dibêjim, ez ê di hefteyek de şer rawestînim, ez çareser dikim, baweriya min b imin heye, ez ji bo çareseriyê amade me”
Ya din jî di Çiriya Pêşiyê ya 2014an de dema hêzên Kurd li dijî DAEŞê li ber xwe didan ku Ekîncîyî wê deme li sînorê Kobanê wêneyekî sivîlan dikşîne û wê wêneyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav dike.
Ev herdu parvekirinên rojnameger Ekîncîyî di îddianameyê de weke delil hatiye qebûl kirin.
Derbarê Ekîncîyî de biryara zeftkirinê hatiye dayîn.(HA/AY)